Fotograf: Artı Gerçek
Li Altindagê, navçeya Enqereyê du şev berê piştî pevçûna di navbera du koman de komên nîjadperest êrîşî mal, dikan û wesayitên sûriyeyiyan kiribûn. Duh bi şev dîsa êrîşî sûriyeyiyan kirine.
Li Taxa Batalgaziyê di 10ê Tebaxê de du kom bi hev ketibûn. Di dema pevçûnê de du kes bi kêran birîndar bûbûn. Emîrhan Yalçinê 18 salî yê birîndar bûbû, li nexweşxaneyê miribû.
Du kes ji ber bûyerê hatibûn desteserkirin û dadgehê we bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” girtibûn.
Piştî ev bûyer li nav taxê belav bû û hat gotin ku sûriyeyiyan du kes kêr kirine, niştecihên taxê êrîşî mal, dikan û wesayitên sûriyeyiyan kirine. Piştî vê êrîşê ji bo tedbîrgirtinê hemû dikanên li Taxa Battalgaziyê hatibûn girtin.
In #Turkey, a massive campaign against #Syrian refugee is underway. Two women journalists @sedaa_tskn and @taskiranbusra have told us, are barred by police from covering the events in #ÖnderMahallesi. We demand Authorities to stop preventing the #press from reporting the news. pic.twitter.com/1gcf5ccF05
— #WomenInJournalism (@CFWIJ) August 11, 2021
Di roja duyem de jî êrîş kirine
*Medyaya civakî
Li Taxa Battalgaziyê duh bi şev jî komên nîjadperest hatine ser hev û êrîşî mal, dikan û wesayitên sûriyeyiyan kirine.
Polîsên ku çûne taxê bang li komên êrîşkar kirine û gotine “guh nedin gotinên kesên hûn wan nas nakin û dixwazin we provoke bikin.”
Her weha ji bo êrîşkaran belav bikin polîsan, ava şid bikar aniye.
Walîtî: Bûyer bidawî bû
Walîtiya Enqereyê di saetên derengê şevê de li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku “bûyer bidawî bû.”
"Hin bûyer û xwenîşandanên di saetên êvarê de li navçeye ma Altindagê pêk hatine, di encama xwînsariya welatiyên me û xebatên xurt ên hêzên me yên emniyetê de bidawî bûne. Tika ye bila gelê em guh nedin nûçe û parvekirinên provakatîf.”
Her weha Kemal Kiliçdarogû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kiriye û gotiye ku bila herkes li dijî provokasyonan baldar bin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku wan derbarê ew nûçe û mesajên li ser medyaya civakî tên weşandin ên di nava gelî de metirsiyê, tirsê û panîkê çêdikin lêpirsînname amade kiriye. (KÖ/FD)