Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 156emîn de dewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşar pankarta ku wêneyê bavê wî Haci Esvet û birayên wî Adil û Celal Şenyaşar ên di êrişê de mirine, nivîsa “Di 14ê Tîrmeha 2018an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û du kurên xwe hatin qetilkirin û 3 sal in girtiyek jî nîne. Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe, ji herkesê re edalet” nivîsandiye bi bariyerên edliyeyê ve kiriye.
“Bila zilm bi dawî bibe”
Ferît Şenyaşar diyar kiriye ku pirsgirêkên tenduristiyê yên dayîka wî her diçe zêdetir dibe û ew bi fikar in.
Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê dubare kiriye û wiha gotiye:
“Parlementerê partiya desthilatê, li pêş çavên cîhanê di nava nexweşxaneyê de komkujî pêk anî. Ji ber parlementer di nav de ye dozgerekî ku dozê lê veke tune ye. Hemû derî hatine girtin. Wezareta Dadê nikare vê bûyerê nebîne. Ji ber ku ji 7 salî heta 70 salî herkes dizane parlementer û xizmên wî komkujî pêkanî ye. Parlementerên partiya desthilatê, ji bo vê komkujiyê li me geriyan û komkujî şermezar kirin.”
“Di demekî nêz de pêvajoya hilbijartinê wê dest pê bike. Ev kesên ku hatine hilbijartin wê çawa bikevin nava gel. Em mereq dikin di demekî ku malbatek 156 rojan li pêş edliyeyê disekine, dê çawa bi vî gelî re hevdîtinan bikin. Em dixwazin ev bê edaletî û zilm di demeke nêzik de bi dawî bibe.”
“Îhale wê ji were bimîne”
Malbatê li ser hesabê xwe ya medya civakî ev peyam parve kiriye: “Kesên hatine hilbijartin wê biçin. Mensûbên darazê yên li gor fermanên kesên hatine hilbijartin tevdigerin, wê ev îhaleya qirêj ji we re bimîne. Hilbijêrek û malbata wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk anîye. Di serî de gelê Rihayê hemû cîhan vê yekê dizane.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)