Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Aşkere bûye ku Serpîl Dedeoglûya ku di êrişa nijadperest ya li Merama Konyayê de hatibû qetilkirin ji Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî alîkarî xwestiye.
Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û gotiye, Serpîl Dedeoglû pêş ku were qetilkirin bi Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî re di 2ê Tîrmehê de têkilî daniye.
Karabûlût wêneyên dîmenên peyamên Serpîl Dedeoglûyê yên ku li ser hesabê Facebookê ji Soylûyî re şandiye parvekiriye. Dedeoglûyê di peyamên xwe de weha gotiye, “Min ji her derê re nivîsand, lê min nekarî dengê xwe bida bihîstin. Ji kerema xwe bi kêmanî hûn bibin alîkar. Ez her dem amade me ku biaxivim. Ez li Merama Konyayê dijîm.”
Parêzer Karabûlût di parvekirina xwe de weha gotiye. “Hemû daxwazên me yên parastin û girtinê hatin redkirin. Girtî serbest hatibûn berdan. Muwekîla min Serpîl Dedeogûllari ya ku hîs dikir wê komkujî çêbe, li ser hesabê xwe yê Facebookê di 2yê Tîrmehê de ji Suleyman Soylû alîkariyê dixwaze.”
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (NÇ/DŞ/AY)