Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Altûnê ki li Meramê, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllariyê kurd 7 kes qetil kir, li dozgeriyê gotiye, “Ez poşman im.”
Mehmet Altûnî li emniyetê gotibû ew çûye mala Dedeogûllari da ku gilînameya xwe ya derbarê êrîşa 12ê Gulanê de bi şûn de bikişîne. Piştî êrîşa 12ê Gulanê, xwişka wî Ayşe keleş, zavayê wî Lutfî Keleş û xizmên wî hatibûn girtin. Paşê Ayşe Keleş û yên din serbest bûbûn. Lê Altûnî li dozgeriyê gotiye, ew ji bo kuştina malbata Dedeogûllariyî çûye mala wan.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Bixwîne - Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Bixwîne - Kujerê malbata Kurd piştî bi 6 rojan hatiye zeftkirin
Bixwîne - Mehmet Altûn, kujerê malbata Kurd hatiye girtin
Şerjoreke din û benzînê bi xwe re dibe
Her çend Altûnî gotiye ew ji bo aştiyê çûye mala Dedeogûllari jî, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku “Şerjoreke zêde û benzîn” bi xwe re biriye mala wan.
Bixwîne - "Kesekî ku nexebite, çawa dikare bi bihayê 20 hezar TLyî çekekê bikire"
Li ser pirsa ku “te çima benzîn bi xwe re bir?” Altûnî wiha bersiv daye: “Heke bûyereke wiha biqewime, ji bo ez agir bi malê bixim û dîmenên kameraya ewlehiyê ji holê rakim.”
Bera serê wan daye
Mehmet Altûnî di îfadeyê de diyar kiriye ku “ne bi armanca kuştinê” gule berdaye lê di otopsiyê de diyar bûye ku wî 21 gule bera malbata Dedeogûllariyî daye. Gule bera stûyê Yaşar Dedeogûllari û bera serê Îpek Dedeogûllari, Serap Dedeogûllari, Serpîl Dedeogûllari, Sîbel Dedeogûllari, Metîn Dedeogûllari û Bariş Dedeogûlariyî daye.
Li navenda polîsan gotiye “Nayê bîra min ku min benzîn kiriye û agir bi malê xistiye” lê li dozgeriyê gotiye, “Dema min agir bera malê de min dizanîbû ku jina herî dawî min gule bera dayê, di nava malê de ye. Min nizanîbû ku sax e an miriye. Ez ketim nava malê û bi tenê agir bera cihekî da. Min galon jî avêt nava malê.”
“Hin kesan pê daye kirin”
Li navenda polîsan diyar kiriye ku ew ji bo xwişka xwe û xizmên xwe yên girtî çû ye malê lê li dozgeriyê gotiye, dijminatî di navbera malbatê û wî de jî heye.
Zehra Altûn, hevjîna Mehmet Altûnî ku ew jî hatiye girtin, li emniyetê gotiye ku ti dijminatî di navbera hevjînê wê û malbata Dedeogûllariyî de nîne: “Piştî ku Ayşe Keleş ji girtîgehê derket, ez li ji bo alîkariya wê bikim, li nav zeviyan bi Ayşe Keleşê re xebitîm. Dema ez dixebetîm, birayê hevjînê wê Lutfî Keleşî, Velî Keleş hat. Ayşe ji min bi dûr ket û bi dizî axivîn.
Piştî ku saetekê bi hev re axivîn, Velî ji cem Ayşeyê çû. Ayşe hate ba min hu ji min re got, birayê min Veliyî ji min re got, ‘ka birayên te, ka Mehmet Altûn, ji min re bibêje, bila alîkariya min bikin’. Min jî ji Ayşeyê re got, hevjînê min betal e, nikare alîkariyê bixwe bike, divê kar bike.
“Ayşeyê ji min re got, ‘Gotina min ji Mehmetê re nîne, 3 zarokên wî hene’. Dema ez van hemû tiştan didim ser hev, ez fam nakim bê ka hevjînê min ev bûyer kiriye ku ti dijmanatî di navbera wî û Dedeogûllariyî de nebû.
“Kê ew kîs da destê hevjînê min û ew şande wir. Her weha digel kar nedikir çawa ewqas pêdiviyên me bicih tanî, ew wesayîtên ku diajot çawa kirê kir, ji ber van tiştan ez wisa difikirim ku hinekan bi hevjînê min daye kirin hene. Lê gûmana min naçe ser kesî.”
Çi bûbû?Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin. Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. |
(RT/FD)