Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gundê Abdûllah Ata (Tekke), yê Çorûmê, muxtar û kurên wî bi keran êrîşî karkerên demsalî yên rihayî kirine. Êrîş duh êvarê saet di 18.30 de pêk hatiye û Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Alî Sarigul birîndar bûne. Birîndar birine nexweşxaneyê û ew piştî dermankirinê îro ji nexweşxaneyê çûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji karkerên demsalî, Îbrahîm Çalişirî gotiye ku ew ji bo kar çûne mêrga Bozbagî û meheke berê gunduyan ava erd li ser wan biriye. Çalişirî diyar kiriye ku wî telefonî Îbrahîm Ozyavûz, Parlamenterê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) kiriye û wî daxwaza avê jê kiriye. Ozyavûzî destnîşan kiriye ku muxtarê Tekkeyê yê bi navê Omer telefonî wî kiriye û gotiye, “Te çima telefonî parlamenterî kiriye? Tu çima avê dixwazî?” û bi wî re xwe aciz kiriye.
Bixwîne - Li Antalyayê komek nijadperest êrişî malbatekê Kurd kiriye
Bixwîne - Li Afyonê êrîşî karkerên kurd kirine: 7 kes birîndar bûne
“Hûnê bar bikin”
Çalişirî wiha behsa êrîşê kiriye duh pêk hatiye kiriye:
“Xalê muxtarî, gavantiyê dike, li nav erdê çêlek diçêrandin, çend caran hat û got ‘zibilî nehêlin. Me jî got, ‘Em zibilî nahêlin, em her serê sibê derûdorê paqij dikin’. Duh piştî ku hat û çend poşet dîtin, telefonî cendermeyan kiriye. Cendermeyan telefonî muxtarî kiriye, piştî muxtar hat, binefserek hat. Binefserî ji me re got, “Ez ê we ji vir bidim barkirin, piştî nîv saetê dema ez hatim vir û ez bi tenê yek gemarê jî bibînim, ez we ji vir rakim, hûn ê bar bikin, heke nîvê şevê be jî ez ê we bidim barkirin’. Bi ser me de qêriya, me jî got, ‘Tu çima diqêrî, mafê te nîne tu bide qêrîn, sûcê me çi be tê zabitnameyê binivîse, kesên di temenê bavên te de li vir in’.
“Dema em bi binefserî re diaxivîn, muxtar, kurên xwe û gundiyekî din bi kêran hatin û êrîşî me kirin. Di dema êrîşê de bavê min Halep Çalişir û birayê min ê mezin Îsmaîl Çalişir birîndar kirin. Kulm li metika min Hatice Alpayê dan ku dixwest têkeve navberê. Li stûyê keça meta min, Kubra Alpayê jî xistin û ew ji ser hişê xwe çû ku wê jî dixwest me ji hev veqetîne. Alî Sarigul, yê li cem me kar dikir ji serê xwe birîndar bû. Di dema pevçûnê de binefserî gaza rondikrij bi me de rijand lê alîkarî da yên din. Bi tenê midaxeleyî me kir.”
Çalişirî gotiye, cenderme bi wan re bûye û wan konên xwe kom kirine û ew birine gundekî din. Karker piştî heqdestê xwe bistînin wê vegerin Rihayê û her weha wê giliyê binefser û muxtarî bikin. (SO/FD)