Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hejmara desteserkiriyên ji ber qetlîama li Meramê, navçeya Konyayê pêk hatiye bûye 14. Li Meramê di 30ê Tîrmehê de êrîşeke nîjadperestî li dijî malbata Dedeogluya kurd pêk hatibû û di encamê de Yaşar Dedeoglû, hevjîna jî Îpek Dedeoglû, zarokên wan Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû qetil kiribûn.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Ramazan Solmaz, Serdozgerê Komarî yê Konyayê di daxuyaniya xwe de gotiye, "Derbarê bûyera ku di 30.07.2021an de li Meramê, navçeya Konyayê pêk hatiye û 7 welatiyên me can dane de, Serdozgeriya me ya Komarî di 31.07.2021an de bi hejmara 2021/38ê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û agahdariyeke din ji bo çapemeniyê weşandibû ku di van daxuyaniya de hatibû gotin ku 13 kesên tê texmîn kirin têkiliya wan bi bûyerê re heye, di qonaxa ku em tê de ne, kesekî din ji malbata gumanbarê fîrarkirî hatiye desteserkirin û bi vê re hejmara desteserkiriyan bûye 14."
Berê ew kuştibûn û agir bera mala wan dabû
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (RT/FD)