Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
15 baroyan daxuyanîyekî hevpar dane û êrişên nijadperest yên di demên dawî de li dijî Kurdan zêdebûne, şermezar kirine.
Baroyan di daxuyaniyê de gotine, “Em van êrişên nijadperest yên ku di serî de rê li ber binpêkirina mêfên jiyanî û mafên mirovan vedike şermezar dikin. Divê dawî li daxuyanîyên ku zirarê dide aştiya civakî û dibe bingeh ji êrişên nijadperest yên dijî kurdî û nasnameya Kurdan. Em dixwazin ku lêpirsînekî pir alî bi bandor were kirin.”
Baroyan destnîşan kiriye ku êrişên ku pêktên ji ber ziman û nasnameya Kurdan e divê ev bûyer weke edlî û şexsî neyên nirxandin.
Baroyan, siyaseta cudakar a li gel zimanê tundkariyê, êrişên li ser ziman û nasnameya Kurdî, sistiya hêzên ewlekariyê li hember van bûyeran û nebûna lêpirsîneke bibandor a qanûnî weke sedemên van êrişan nîşan dane.
Li çend rojên dawî de li bajarên Afyon, Konya û Enqereyê li pêyî hev êrişên nijadperest li dijî Kurdan pêk hatiye. Her weha di van êrişan de kesekî miriye û 2 jê giran 13 kes birîndar bûne.
Baroyên ku îmzeya wan li bin daxuyaniya hevpar in ev in:
Baroya Semsûrê, Baroya Agirîyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.
(KO/AY)