Fotograf: Sevag Balikçi (yê li navê ye)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê kuştina Sevag Balikçiyî de aşkere kiriye. Balikçi dema leşkerî dikir, di 96em Salvegera Qirkirina Ermenan de hatibû kuştin. Piştî dadgehkirineke 10 salî, Dadgeha Bilind di 13ê Tîrmeha 2021an de biryara xwe bi pirdengî aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Kivanç A.yî hatiye birîn, pesend bûye.
“Em ê ji bîr nekin”
Nor Zartonkê / Նոր Զարթօնք derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye:
“Sevag Balikçi, di 96em Salvegera Qirkirina Ermenan de, roja 24ê Nîsana 2011an li navçeya Hezo ya Êlihê dema leşkeriya xwe ya mecbûrî dikir, ji hêla kujer Kivanç A.yî ve hate kuştin. Hinekan bîra qirkirina sed salî, piştî kuştina Hrant Dînkî bi çar salan dianî bîra Ermenan.
“Piştî dadgehkirineke 10 salî, Dadgeha Bilind di 13ê Tîrmeha 2021an de bi pirdengî biryar daye ku bi vê biryarê re 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li kujer Kivanç A.yî pesend bûye. Digel Sevag Balikçi bi zanebûn hatiye kuştin, lê Dadgeha Bilind bi vê pesendkirinê re kêmkirina wî cezayê jî qebûl kiriye ku di biryarê de dadgehê gotibû, kujer bi ihtimala kuştina bi zanebûn tevgeriyaye. Her çi dibe bila bibe lê wê ti biryar Sevag Balikçiyî bi şûn de neyne. Em ê wan kesan ji bîr nekin ku xwestine ser kuştinê bigirin, em ê efû nekin.” (EMK/FD)