Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeke nîjadperestan li bajarokê Sultandağı Dereçineyê yê Afyonê êrîşî karkerên demsalî yên kurd kirine. Di dema êrîşê de 2 jê jin 7 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Nûrullah Aba, xizmê karkeran wiha behsa êrîşê kiriye:
“Du karker, Îsmaîl Tan û pismamê wî Alî Tan, diçin ba porbir, muxtarê ciwan ku porê xwe bibirin. Muxtar ji wan dixwaze li bende dora xwe bin. Ew jî disekinin. Lê kî tê û berî wan porê wan jê dikin. 2 saet di ser re dibore, lê dor nayê ciwanan. Ciwan dibêjin çima dora wan nayê. Li ser pirsa wan ji wan re dibêjin ‘Hûn terorîst in, hûn li vir bi kurdî diaxivin’ û êrîşî wan dikin. Îsmaîl Tanî dixin wesayitekê û dibin daristanê. Lê didin û vîdeoya dema lêdanê digirin. Bi qasî em dizanin milê Îsmaîl Tanî şikandine.
“Alî Tan ji destê wan baz dide. Malbatan agahdar dike û piştî ew tên bal muxtarî bûyer mezin dibe. Li vir bi daran 2 jê jin 7 kes birîndar dibi. Birînên wan ne xedar in.”
“Plankirî ye”
Abayî diyar kiriye ku piştî vê êrîşê polîs û cenderme hatine navçeyê û malbatên ku êrîş li wan bûye, bi biryara qaymeqamiyê wê bişînin malên wan ên li Amed û Mêrdînê. Abayî destnîşan kiriye ku 25 roj berê hatine Afyonê û ji ber gundî naxwazin wê ew bi şûn de bên şandin.
Abayî her weha gotiye ku êrîş bi zanebûn bûye, ji ber ew kurd in û bi kurdî xeber didin weke ‘terorîstan” tên dîtin. Abayî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku 3-4 roj in heman gotin ji wan re tên gotin û êrîş bi zanebûn û plankirî pêk hatiye.
Surucu: Berpirsiyar desthilatdarî ye
Ayşe Surucu, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê zanyariyên êrîşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye û gotiye ku, karkeran telefonî wê kiriye û gotine êrîş li wan bûye. Surucuyê desthilatdar ji êrîşê berpirsiyar nîşan daye.
Li navçeya Dînarê ya Afyonê di Îlona 2020an de jî êrîşeke çekdarî li dijî karkerên înşatan ên Erdîşî pêk hatibû.
(EMK/FD)