Fotoğraf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Hezex, navçeya Şirnexê polîsan bi ser malekî de girtiye û li Hatîce Baykara(28) ya ku 8 meh in ducanî ye dane.
Di bûyera ku 16ê Tîrmehê de pêk hatiye, polîsan bi qûndaxa çekan li pişta Baykarayê daye.
Li gorî nûçeya Mujdat Can li Ajansa Mezopotamyayê, xizmên Hatîce Baykarayê bi ambûlansê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê û duh(17ê Tîrmehê) şev piştî ku dermankirina Baykarayê temam bûye birine mal.
Baykarayê diyar kiriye ku di saetên sibê de nêzîkî 20 polîsan bi ser mala wê de girtiye û gotiye, “Kêliya ku li derî dan camên malê jî şikandin. Dema ku min derî vekir bi porê min girtin û ez avêtim ser camên şikestî.”
“Zarokên min tirsandin”
Baykarayê destnîşan kiriye ku dema wê ji polîsan pirsiyar pirs kiriye qêriyane ser û jê re gotine “Bêdeng be neaxive” û weha gotiye, “Dema ku min hewl da ez rabim ser xwe, polîsan bi qûndaxa çekan li pişta min dan. Piştî dengan zarokan dest bi qêrînê kirin. Min got hûn ji ber çi zarokan ditîrsînin. Him li min dan him jî zarok tirsandin. Her çar zarokên min ji xew şiyar kirin û tirsandin.”
Baykarayê weha pê de çûye, “Heta lêgerîna nav malê bi dawî bû berê çeka polîsan li serê min bû. Di dema serdegirtinê de êşa min zêde bû, ez ketim erdê, piştî ku polîs çûn em li ambûlansê geriyan. Doktoran gotin, ‘çawa zarok li ber te neçûye’”
Baykaraya ku rapora lêdanê girtiye çûye li Midiriyeta Polîsan a Navçeya Hezexe giliyê polîsan kiriye.(RT/AY)