Fotograf: Yenî Yaşam
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Du girtiyên din ku li Konyayê êrîşî malbateke Kurd kiribûn serbest hatin berdan. Ji 60 kesên ku êriş kirine ji bo 10yan jî biryara parastinê hatiye derxistin.
Li gorî nûçeya Yenî Yaşamê Malbata Kurd ku 7 kesin û Kolana Bahçeşehîra Merama Konyayê dijî, di 12ê Gulanê de ji aliyê 60 kesên ku li heman kolanê dijîn ve rastî êrişê hatine.
Koma êrişkar gotine “Em ulkucu ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û êrişî malbata Dedeogûllari ku ji Qersê ne kiriye û endamên malbatê bi kêr, dar û beran derp kirine.
Di encama êrişê de ji endamên malbatê Metîn Dedeogûllari xwînariya mêjî derbas kiriye, endamên malbatê yên din jî bi giranî brîndar bûne. 2 roj piştî bûyerê ji 10 kesên ku hatine desteserkirin 6 jê hatine girtin.
Di lêkolîna girtinê de ku di meha Hezîranê hatiye kirin Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Tenê di dozê de 4 girtî mane.
Du girtî tehliye bûne
3em Dadweriya Cezayê Sulh ya Konyayê di 9ê Tîrmehê de lêkolîna girtinê di danişînê de kiriye. Bersûc Yahya Çalik û Velî Keleş ku li Girtîgeha Tîpa Eya Konyayê girtîbûn, bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Dadgehê biryara girtî mayîna bersûc Alî Keleş û Lutfî Keleş daye.
Ji endamên malbatê Bariş Dedeogûllari ji Ajansa Mezopotamyayê bi Berna Kîşînê re axiviye û gotiye, “Me êdî hêviya xwe ji polîs û hiqûqê biriye. Niha êdî ez baş dizanim ku edalet ji bo Kurdan naxebite. Ji bo Kurdan edalet tune. Piyê xwişka min şikestiye, wê nikaribe heta dawîya jiyana xwe bi kar bîne. Edalet li ku ye? Ma ji bo her kesî edalet heye, ji bo Kurdan nîne?”
(DŞ/AY)