Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî hinceta biryara ku derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû, parlamenterê HDPê de dabû aşkere kiriye. Dadgehê biryar dabû ku mafê Gergerlîoglû hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûrî, di biryara bihincet ya ku îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de, biryara ku derbarê Enîs Berberoglû, parlamenterê CHPê de dabû weke mînak nîşan daye.
Dadgeha Destûrî gotiye, li gorî parêzbendiya qanûndanîn û azadiya xweîfadekirinê ya Gergerlîoglû hatiye binpêkirin û divê li gorî prensîbên ku di biryara binpêkirinê de hatine diyarkirin, biryarekî nû were dayîn.
Di beşa encama biryarê de hatiye gotin ku mafên Gergerlîoglû yên azadiya xweîfadekirinê, pêkanîna çalakiyên siyasî û mafê hilbijirînê yê ku di qanûna bingehîn de parastiye, hatine binpêkirin.
Ji bo encamên binpêkirinan ji holê were rakirin, divê dadkirina kesê ku serlêdan kiriye ji nû ve were destpêkirin.
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. Di êvara 2ê Nîsanê de polîsan bi ser mala Gergerlîoglûyî de girtibû û ew biribûn girtîgehê.
Di 1ê Tîrmehê de Dadgeha Destûrî biryar dabû ku mafê Omer Farûk Gergerlîoglû hatiye binpêkirin. Pênc roj piştî biryarê gergerlîoglû hatibû tehliyekirin.
(HA/AY)