Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 bitikîne
Dadgeha Destûrî di 1ê Tîrmehê de biryar dabû ku mafê Omer Farûk Gergerlîoglû hatiye binpêkirin. Dadgehê duh biryara xwe şandiye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê. Ji ber vê yekê dadgehê biryara tehliye kirina Gergerlîoglû daye.
Piştî biryara dadgeha herêmî Gergerlîoglû duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bûye.
Salîh Gergerlîoglû wêneya ku bi bavê xwe re li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye û gotiye “Ew êdî azad e”
Omer Farûk Gergerlîoglûyî jî li ser hesabê xwe Twîtterê gotiye, “Em li ku mabûn”
Gergerlîoglû: Berxwedan jiyan e
Gergerlîoglû piştî tehliye bûye li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) civîna çapemeniyê pêkaniye.
Omer Farûk Gergerlîoglû di civînê de destnîşan kiriye ku Dadgeha Destûrî pêvajo bi lez cîbicî kiriye û piryarekî pir zelal daye û gotiye, “Ez li meclîsê bi berxwedanê derketim, ez ê weha jî biçim.”
“Ez dibêjim ku em li ku mabûn. Jiyana me berxwedan e, berxwedan jiyan e, me heta dawiyê ev got. Me go bijî biratiya gelan. Ez ji meclîsê derketim, ez ê weha jî biçimê.”
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. (KO/AY)