Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku di 2yê Tîrmeha 1993yan de li Otela Madimakê ya Sêwasê hatibûn qetilkirin, di 28em salvegera qetîamê de hatine bibîranîn.
Bernameya bîranînê li Sêwasê di pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî de pêk hatiye. Nûnerên saziyên Elewiyan yên ku li çar aliyên Tirkiyeyê û Ewropayê hatine, berbi Otela Madimakê meşiyan e.
Piştî ku qornefîl danîne pêşiya otele ji bo kesên mirine rêz hatiye girtin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî tevlî bernameya bîranînê bûne. Pankartên ku li ser “ronahiya Sêwasê wê neyê temirandin”, Sêwasê Ji Bîr Neke”, “ji bo Sêwasê Edalet” û wêneyên kesên mirine hatine hildan.
“Edalet pêk nayê ji ber ku dewlet heye”
Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê PSAKDê di bîranînê de gotiye, “Dewlet di nav qetlîamê de ye û ji ber vê yeke edalet pêk nayê: Li pişt Qetlîama Sêwasê dewlet bi xwe heye.”
Malbatên kesên ku di qetlîamê de mirine, daxwaza dîtina faîlan û pêkanîna edaletê kirine. Piştî axavtinan bernameya bîranînê bi semayan bi dawî bûye.
Qetlîama Sêwasê2yê Tîrmeha 1993yê li Sêwasê Bernameya Çandê ya Pir Sultan Abdal hatibû organîzekirin. Ev bernameya ku bi piştgiriya Wezareta Çandê û Walîtiya Sêwasê wê bihata çêkirin, rastî êrîşa bi sedan kesan hat. Êrîşkaran sloganên weke "Wê Sêwas ji laîkan re bibe goristan" berz dikirin. Li gorî êrîşkaran, beşdarên bernameyê heqaret li ola Îslamê û li Pêxemberê wê kirine û ji ber wê êrîş birine ser wan. Beşdarên bernameyê ji ber êrîşê di Hotela Madimakê de asê mabûn. Êrîşkaran agir bera hotelê dabûn û di encamê de 33 jê beşdarvanên bernameyê, du jê karkerên hotelê, du jî êrîşkar, bi giştî 37 kes miribûn. Di heman êrîşê de 14 jê polîs, 65 kes birîndar bûbûn, 40 kes jî bêyî derbê bixwin rizgar bûbûn. Nivîskarê navdar Aziz Nesin jî yek ji wan bû ku birîndar bûbû di dema êrîşê de. Hozan Muhlis Akarsu, helbestvan Metin Altiok, Behçet Aysan, nivîskar û lêkolîner Asim Bezirci jî tê de kesên ku di dema şewatê de mirine ev bûn: Muhibe Akarsu – (35 salî, mêvan) , Muhlis Akarsu – (45 salî, hunermend) , Gülender Akça – (25 salî, hunermend) , Metin Altıok – (52 salî, helbestvan, nivîskar) , Ahmet Alan – (22 salî, hunermend) , Mehmet Atay – (25 salî, rojnameger) , Sehergül Ateş – (30 salî, hunermend) , Behçet Aysan – (44 salî, helbestvan) , Erdal Ayrancı – (35 salî, derhêner) , Asım Bezirci – (66 salî lêkolîner, nivîskar) , Belkıs Çakır- (18 salî, hunermend) , Serpil Canik –(19 salî, hunermend) , Muammer Çiçek – (26 salî, aktor) , Nesimi Çimen – (67 salî, helbestvan, hunermend,) , Carina Cuanna – (23 salî, Rojnamegera Hollendî) , Serkan Doğan – (19 salî, hunermend) , Hasret Gültekin – (23 salî helbestvan, hunermend), Murat Gündüz - (22 salî, hunermend) , Gülsüm Karababa –(22 salî, hunermend) , Uğur Kaynar – (37 salî, helbestvan) , Asaf Koçak – (35 salî, karîkaturîst) , Koray Kaya – (12 salî, zarok) , Menekşe Kaya – (17 salî, hunermend) , Handan Metin – (20 salî, hunermend) , Sait Metin –(23 salî, hunermend) , Huriye Özkan – (22 salî, hunermend) , Yeşim Özkan – (20 salî, hunermend) , Ahmet Öztürk – (21 salî, karkerê hotelê) , Ahmet Özyurt – (21 salî, hunermend) , Nurcan Şahin – (18 salî, hunermend) , Özlem Şahin – (17 salî, hunermend) , Asuman Sivri – (16 salî, hunermend) , Yasemin Sivri – (19 salî, hunermend) , Edibe Sulari – (40 salî, hunermend) , İnci Türk – (22 salî, hunermend) , Kenan Yılmaz – (21 salî, karkerê hotelê). |
(RT/AY)