Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku di doza kuştina Hrant Dink, Berpirsê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê de dosyeya 13 kesên firarkirî di 13ê Gulanê de ji dosyayên din hatibû veqetandin, îro ev 13 kes hatine dadgehkirin.
- Kî tên dadgekirin: Fethullah Gulen, Zekeriya Oz, Ekrem Dûmanli, Metin Canbay, Yûnûs Yazar, Farûk Mercan, Adem Yavûz Arslan, Halîl Îbrahîm Koca, Yilmaz Angin, Mehmet Akîf Yilmaz, Omer Farûk Kartin, Coşgûn Çakar û Serkan Şahan
Heyeta dadgehê di biryara xwe de gotiye ku ji bilî Ekrem Dûmanliyî, 12 bersûc di nava 15 rojan de venegerin Tirkiyeyê wê qaçax bên qebûlkirin û dest deynin ser mal û milkên wan.
Parêzerên Fethullah Gulen, Adem Yavûz Arslan, Mehmet Yilmaz, Metîn Canbay û Serkan Kayayî û yên malbata Dinkî beşdarî danişînê bûne. Parêzerên Yilmaz, Canbay, Şahan û Arslanî gotine, bila heyeta dadgehê ew daxwaza dozgerî ya di danişîna beriya vê de gotiye qebûl neke ku xwestiye bersûc weke qaçax bên qebûlkirin û dest deynin ser mal û milkên wan.
Hakan Bakircioglû, yek ji parêzerên malbata Dînkî gotiye ku li gor hin îdiayan têkiliya Sedat Peker, serkêşê rêxistina tawanan bi Erhan Tûncelî re heye, heke dokuman derbarê vê de hebin, bila heyet van belgeyan bixwaze.
Wê bi rêya rojnameyan li wan bigerin
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û gotiye ku daxwaza anîna belgeyên derbarê têkiliya di navbera Peker û Tûncelî de ew ê di navbera danişînê de binirxînin.
Heyeta dadgehê her weha di biryara xwe de diyar kiriye ku ew ê ji bo bersûc beşdarî danişînê bibin îlanan bidin rojnameyan, heke piştî van îlanan ew beşdarî danişînan nebin wê qaçax werin hesibandin û dest deynin ser mal û milkên wan.
Dadgehkirin wê di 14ê Tîrmehê de dewam bike. (HA/FD)