Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîla li gundê Mehriyê yê Bêşebaba Şirnexê dijiyan, ji 8ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve winda ne.
Termê Şîmonî Dîrîlê piştî windabûna wê bi 70 rojan li ber Çemê Hêzilê hatibû dîtin. Di 20ê Hezîrana 2021an de sê kes ji ber bûyera windabûna Dîrîlan hatibûn desteserkirin. Ji van sê kesan Apro D. piştî li emniyetê îfade dane, ew şandine Edliyeya Şirnexê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê gotiye ku her sê kesan îfade dane dozgerî û dozgerî ji dadgehê daxwaza girtina wan kiriye. Li gorî zanyariyên ku Dîlsîzî dane, dadgehê Apro D. girtiye, her duyên din bi şertê kontrola edlî serbest kiriye.
Apro D. ew kesê ku bi tena serê xwe li gundî dijî, beriya niha jî hatibû desteserkirin. Piştî îfade dabû emniyetê, serbest bûbû.
Çi bûbû?
Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimonî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.
Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimonî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. (EMK/FD)