Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di lêpirsîna derbarê windabûna Hurmuz Diriliê de biryara desteserkirina 3 kesan dane. Dîrîl 530 roj in ku winda ye.
Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye:
“Di lêpirsîna derbarê Hurmuz Dîrîlî de heta îro ti pêşketin nebûbû ku 530 roj berê jinda bûbû û ti agahî jê nehatiye standin. Îro biryara desteserkirina 3 kesan dane. Apro Dîrîl jî di nava kesên desteserkirî de ye ku berê jî ew desteser kiribûn û paşê bi biryara kontrola edlî serbest bûbû.”
Çi bûbû?
Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimûnî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.
Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimûnî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. (AÖ/FD)