Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê ya têkildarî êrişa çekdarî li dijî avahiya Îzmîrê ya HDPê ku di encamê de Denîz Poyraz hatibû kuştin, nivîsandine.
Li gorî nûçeya Nacî Kaya û Sevda Aydinê ya ku li Ajansa Mezopotamyayê, Denîz Poyraza ku 38 salî ye bi 6 guleyan hatiye kuştin.
Bixwîne - Li Îzmîrê kesekî bi çekê êrîşî avahiya HDPyê kiriye
Termê Denîz Poyrazê duh êvarê li Saziya Tipa Edlî hatiye girtin û birine Rêvebiriya Goristana ku li Kolana Tepecîka navçeya Konakê ye. Termê Poyrazê li piştî merasîma li mizgefta Kadîfekalêyê wê îro were binaxkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku kujer gule berdaye wêneyê Sebahat Tûncelê yê li avahiya partiyê daliqandî û odeya hevserokan ku deriyê wê qufilkirî bûye. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku ode hatine belawelakirin û cam hatine şikandin û ji ber ku cihê bûyerê mezin bûye û pir hatiye belawelakirin, tespît bi awayekî giştî hatine kirin.
Bixwîne-Êrîşkar: “Heke hin kesên din li wir bana, min ê gule bera wan jî bida”
Di raporê de wiha hatiye gotin: "Her wiha talîmat hatiye dayîn ku koma lêkolînê ya cihê bûyerê ya midûriyeta polîsan, dîmenan bigire, krokiyê çêbike, materyalên ku têkiliya wan bi bûyerê re hene tespît bike, li ser cenaze û cihê bûyerê şopa tiliyan bigire, ji bo lêkolîna biyolojîk kincên kesa mirî wergire. Koma vekolandinê ya cihê bûyerê, li gor talîmatan tevgeriyaye."
Di raporê de destnîşan kirine ku li serê Poyrazê birînek, li çoka wê ya çepê û çîma wê ya çepê jî 4 birîn û li çîma wê ya rastê jî 2 birînên ji ber gulleyên çekê hene.
Hatiye diyarkirin ku dê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî rapora otopsiyê ya berfireh amade bike.
(AS/AY)