Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bi guhertina qanûna bicihanîna cezayan ve him axavtina bi telefonê û him jî nivîsandinên kesên ku ji ber sûcên rêxistinî di girtîgehan de ne wê bê guhdarkirin û tomarkirin.
Qanûna Derbarê Bicihanîna Tedbîrên Ewlekariyê û Cezayê û Pêşniyaznameya Qanûnê ya Têkildarî Guhertina Hin Qanûnan li Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin.
Li gorî qanûnê name, faks û telgrafên ku kesên girtî ji dezgeyên fermî an go ji parêzerê xwe re dişine ku bi rêya maîl an jî posteyê li gorî daxwaza kesên girtî bi girtina hemû tedbîrên ku pêşî li xwegihandina kesên din ên ji bilî wergiriyê bigire, bên teslîmkirin.
Axavtina bi telefonê û nivîsandinên kesên ku ji ber sûcên rêxistinî di girtîgehan de ne wê bê guhdarkirin û tomarkirin.
Li gorî qanûnê belge û qeydên hatine tomarkirin wê li derveyî mebestê neyê bikaranîn. Ji bilî çarçoveya ku qanûnê diyar kiriye wê tu kesek an go saziyek re neyê parvekirin û wê piştî salek wê bê jêbirin an go îmhakirin. Karên jêbirinê û îmhakirinê wê ji aliye dozgerê Komarî ve were kontrolkirin.
Li gorî qanûnê desteyên şopandinê wê bikaribin di dema neqlê de wesayîtên ku tê bikaranîn û li Edliyeyê cîhê ku girtî û kesên cezaxwerî lê dimîne bibine û lêkolînê lê bike. Her weha wê bikaribe li saziyên tenduristiyê di beşên ku kesên girtî û hukumxwar lê derman dibe bibine, lêkolînê bike û li rêvebir û xebatkarên saziyên navborî agahiyan bistîne.
Li gorî qanûnê dema seredana girtiyan ji saetek bûye saet û nîv.
(AS/AY)