*Fotograf: Lokman İlhan - İzmir / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesekî ku nasnameya wan nediyar êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê kiriye. Denîz Poyraza 40 salî ya li avahiyê bûye û êrîşkarî ew dîl girtiye, hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan êrîşkar bi çek e û agir bera avahiyê daye.
Walîtiya Îzmîrê derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotiye:
"Li bajarê me îro saet li derdora 11.05an kesekî bi navê O.G. yê xebatkarê tenduristiyê bûye û dest ji karî berdaye, çûye avahiya HDPyê ya bajarî ya qatê li 2yem a li avahiyeke 32 kargehî ye û gele bera D.P.ya xebatkara partiyê daye û ew kuştiye."
Polîsan destûr nedaye dêya Denîz Poyrazê bikeve avahiyhe. Dayika wê gotiye, “keça min bêsebep kuştine.”
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, êrîşkarê li beşa dijterorê tê girtin, di îfadeya xwe de îdia kiriye ku, "Peywendiya min bi kesî re nîne. Ji ber min nefret ji PKKyê dikir, ez çûm avahiyê û min ketober gule bera dan."
Navenda Giştî ya HDPyê êrîşa navborî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye.
HDP: Berpirs desthilat e
Navenda HDPyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Li Îzmîrê kesekî bi çekê girtiye ser avahiya me ya partiyê me û agir bera avahiyê daye. Hevaleke me ya wezîfedar li hundir e. Fail jî û kesên pêdankirin jî diyar in. Ji her tiştên neyênî desthilat û provokator berpirs in.
“Li dijî povokasyon û êrîşa nemerdane ya li Îzmîrê HDPyî li ber avahiya me ya bajarî ya li Konakê kom dibin. Her êrîş êrîşkarên tirsonek biçûk dike û wê xwedîlêderketina li partiya me zêdetir bike."
“Gilîkirin bêencam man"
Mafhûz Guleryuz, endamê Lijneya Reveberiyê ya Navendî ya HDPyê, ji rojnameger Îrfan Aktanî re gotiye, "Li gorî zanyariyên min bi dest xistin, kesekî li Îzmîrê girtiye ser avahiya bajêr a HDPyê. Xebatkareke HDPyê dîl girtiye û agir bera avahiyê daye."
Guleryuzî gotiye ku ew li bendê ne polîs midaxele bikin û wiha dewam kiriye: “Bi mehan e di ser kesekî re avahiya me hedef nîşan didin û me giliyê vê li bal rayedaran kir, lê me ti encam bidest nexistin, hatina vê êrîşê ayan bû."
Abdulkadir Baydu, yek ji rêveberên HDPya Îzmîrê ji bianetê re got ku “Em wisa dizanin ku hevaleke/î me birîndar bûye, li ber derî ambûlansek sekiniye.” Baydûrî got ku êrîşkar hatiye girtin û ew bi endîşe ne.
Çepnî: Xebatkara me can daye
Mûrat Çepnî, Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê, di dema bernameya televizyona Tele1ê de gotiye ku, "Denîz Poyraz, xebatkara me can daye."
Çepniyî wiha gotiye:
“Hevaleke me ya bi navê Deniz Poyraz hate kuştin. Ev ne cara pêşiyê ye ku dibe beriya niha jî êrîşî rêxistina me ya bajêr ya Îzmîrê kirin. Bi dehan caran hewldanên provokasyonê bûn. Digel ku li beramberî partiyê navenda polîsan heye, ev êrîş pêk hat. Êrîşeke rêxistinkirî ye. Li bal polîsan bi rehetî diçin partiya me û dikarin êrîş bikin.
“Ev êrîşeke birêxistinkirî ye. Em dibînin ku desthilatdar li ser partiya me re dixwaze nîjadperestiyê, neteweperestiyê pêş bixe. Desthilat difikire ku tenê dikare bi vî şiklî ji wê çala ketiyê rizgar bibe. Ji ber wê Koşk û Wezareta Karûbarên Navxweyî bi xwe berpirsên êrîşê ne.”
(EMK/FD)