Foto: csgorselarsiv/Şehlem Kaçar
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Goksu Başaran, lîstikvan û çêkerê dema xwestiye xaniyekî li ser malpera sahibinden.com-ê kirê bike, xwediyê xaniyî yê bi navê Serkan C. Gotiye “ez xaniyî nadim travestiyan.”
Başaranê karta ajokariyê ji xwediyê xaniyî re şandiye lê wî ji bo nasnameya xwe ji wî re bişîne israr kiriye. Başaranê nasnameya xwe ji Serkan C.yî re neşanidye. Serkan C.yî piştî vê, gotinên transfobîk ji wê re gotiye.
Başaranê diyar kir ku wê peywendî bi xwediyê xaniyî re daniye û wî gotiye ew ê xaniyî bide wê, lê paşê li dijî nasnameya wê ya zayendî gotinên cidakar kiriye.
“Em di kîjan serdemê de dijîn”
Başarana ku li bal Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) giliyê Serkan C.yî kiriye wiha got: “Piştî Peymana Stenbolê betal bû, cesaret hat mirovên LGBTI+ fobîk.”
Başaranê ji bianetê re wiha behsa vê pêvajoyê kir:
“Ev salek e ez li bal hevalekî/e xwe dimam, deriyê mala xwe ji min re vekir. Min xwest ez xaniyekî ji xwe re kirê bikim. Ji 11ê Hezîranê roja Înê û vir ve ez bi rêya sahibinden.com-ê li îlanan dinêrin.
“Min ev îlan dît. Emlakfiroş na, xwediyê naxiyî îlan daye. Peywendiya me hebû bi vî mîrzayî ye. Paşê nasname ji min xwest. Min jî karta xwe ya ajokariyê şand. Min hê nasnameya xwe neguhertiye lewre min nexwest ez jê re bişînim, min operasyona hevkêşiya zayendî derbas kiriye lê ji bo nasnameyê pêvajoya dadgehê dewam dike.
“Mîrzayî bi israr ji min re got nasnameya we nîne. Min jî neşand û ji min re got ‘ez bi yekî/e re axivîm, ew ê xaniyî kirê bike’. Min jê pirsî ‘Beriya niha bi pênc deqîqeşan we got ez ê xaniyî bidime te lê çi bû ku piştî pênc deqîqeyan hûn dibêjin ez nadim? Ma gelo xeletiyek bû? Çima we biryar guherand?’ Weke ku henekê xwe bike got ‘ez xaniyî nadim travestiyan’.
“Min got ‘Dibe ez trans bim, travestî bim, hevzayend bim. Ez ne miroveke xelet im. Ez çêker im, lîstikvan im. Minê xaniyî weke home office bikar bianiya’. Wî got ‘Ez nadim, ma xanî ne yê min e’ û telefon li ser ruyê min girt. Bi rastî jî ez li vî welatî ji cidakariyê, ji cidadîtinê bêzar bûm. Ji me re heram e ku em weke mirovan bijîn.
“Min telefonî sahibinden.com-ê kir, min giliyê îlanê kir. Îlana mîrzayî rakirin. Min behsa rewşa xwe kir, piştî ku min li ser medyaya civakî navê sahibinden.com-ê nivîsand û behsa rewşê kir, şîrketê telefonî min kir. Gotin em li ser navê şîrketê lêborînê dixwazin. Em ê vî kesî hişyar bikin, heke şîkayetên wiha dewam bikin, em ê profîla wî bigirin.
“Lê profîl negirtin, tenê ew hişyar kirin. Çiqas rast e ez wê jî nizanim. Lê ez dixwazim daxuyaniyekê bidin. Telefon kirin lê çiqas têrê dike gelo? (BS/EMK/FD)