Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê aşkere kiriye ku ji ber bicihneanîna biryara Osman Kavala ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotibû 'divê demildest were berdan' ew amade ne li dijî Tirkiyeyê 'prosedura binpêkirinan' bidin destpêkirin.
Li gorî nûçeya tr.euronews.com ê di civîna dawî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê de ku Tirkiye endamê wê ye cîh dabûn rewşa Osman Kavalayî û di danezana encamê de bangên xwe yên berê bi bîr xistibûn.
Komîteyê diyar kiribû ku girtîhîştina Kavalayî li dijî hiqûqa navneteweyî ye divê demildest serbest bê berdan. Komîteyê di civînê de amaje bi pêkanîna ‘prosedura binpêkirinan’ li dijî Tirkiyeyê kiriye û gotiye, ew amadene niha ji bo vê yekê gavan bavêjin.
Di vê çarçoveyê de rawestandina mafê dengdan û vetoyê yê Tirkiyeyê li Konseya Ewropayê di rojevê de ye.
Tirkiye peymanê cîbicî nake
Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHS) peymanek e ku ji aliyê 47 welatên endamên Konseya Ewropayê ve hatiye erêkirin. Tirkiyeyê bi biryara parlamentoya xwe di 18ê Gulana sala 1954an de AİHS îmze kiriye. Di 28ê Kanûna 1987an de mafê Tirkiyeyê yê serlêdanên takekesî hat dayîn. Bi biryara Desteya Wezîran a bi dîroka 25ê Îlona 1989an re Tirkiyeyê destûrmendiya darazî ya mecbûrî ya DMMEyê nas kir.
DMMEyê di 10ê Kanûna Pêşiya ya 2019an de diyarkiribû ku girtina Osman Kavalayî siyasî û xwestibû demildest serbest bê berdan.
(HA/AY)