Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di rapora xwe de aşkere kiriye ku bê ka di sala 2020an de çiqas mafên mafparêzan hatine binpêkirin.
Li gorî raporê di sala 2020an de 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li mafparêzan birîne.
Endam û rêveberên saziyên mafparêziyê hatine desteserkirin û girtin.
Bername hatine qedexekirin, polîsan xwenîşandanên aştiyane asteng kirine.
Rapor bi piştgiriya Programa Hîbeyê ya Weqfa Hrant Dînkî hatiye amadekirin ku ev program bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê li dar dikeve.
Bi raporê rewşa li Tirkiyeyê a sala 2020an li gorî pîvanên Danezana Parastina Mafparêzan a Neteweyên Yekgirtî hatiye nirxandin.
Li gorî daneyên ku Navenda Dokumantasyonê ya TIHVê aşkere kirine di sala 2020an de;
* 17 mafparêz ji ber 7 dozên cida hatien dadgehkirin, 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 7an birîne.
* 324 endam û rêveberên saziyên mafparêziyê hatine desteserkirin, 90 ji wan hatine girtin.
* 10 bernameyên derbarê mafên jinan û LGBTI+yan de hatine astengkirin, 4 bername hatine qedexekirin.
Polîs û leşkeran midaxele li 10 civîn û xwenîşandanan kirine, îşkence li 164 kesan kirine û kiryarên xerab li wan kirine.
Cezayê pereyan li gelek kesan birîne.
* Polîs û cendermeyan midaxele li 18 civîn û xwenîşandanên aştiyane yên derbarê mafê jîngeh û bajarvaniyê de kirine. 84 kes desteser kirine û îşkence li wan kirine.
Di heman raporê de behsa wê xala Danezana Parastina Mafparêzan a NYyê hatiye kirin ku dibêje, herkes dikare “fikir, nûçe û ramanên derbarê mafên mirovan û azadiyên bingehîn de biweşîne û ji bo kesên din ragihîne” û ev mafê herkesî ye.
Raporê cih daye biryarên dadgehan ên derbarê astengkirina nûçe û malperan de û ev weke binpêkirin mafan binav kiriye.
Li gorî van daneyan di sala 2020an de li Tirkiyeyê,
* Hezar û 79 nûçe,
* 97 malper,
* 635 navnîşanên înternetê,
* 10 hesabên medyaya civakî,
* 301 naverok hatine astengkirin. (AS/FD)