Fotograf: Nûrcan Kaya/ Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di doza ku Nûrcan Kaya, nivîskar û mafparêz tê de dad dibe de, dozgerê 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro di sêyem danişîna dozê de nêrîna xwe aşkere kiriye.
Dozgerî, bi tohmeta ku “bi awayekî bi ser hev ve propagandaya rêxistinê kiriye” ji Kayayê re heta 5 salan cezayê girtîgehê xwestiye.
Li gorî Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê, Kayayê tevlî danişînê nebûye, Erselan Aktan, parêzerê wê li danişînê amade bûye.
Di danişînê de dozger tweeta Kayayê ya ku sala 2014an de belavkiriye: “Li Kobaniyê ne tenê Kurd, tevahî gelên ku li wir dijîn li berxwe didin. Erebên demokrat jî li berxwe didin, mixabin şehîdên wan hene.” bibîrxistiye û nêrînên xwe aşkere kiriye.
Dozgerî xwestiye heta 5 salan cezayê girtîgehê ji Kayayê were birîn.
Di danişînê de Erselan Aktan, parêzerê Kayayê, li dijî nêrînên dozger derketiye û gotiye ku ew nêrînên ku bi daxwaza cezakirina muwekîla wê hatiye amadekirin qebûl nakin û ji bo ku li dijî mutalaayê parastinê bikin daxwaza demê kiriye.
Heyeta dadgehê, ji bo ku parêzerên Kayayê parastina xwe ya li dijî mutalaayê amade bikin, danişînê taloqî 27ê Îlonê kiriye.
(HA/AY)