Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî têkildarî serlêdana mafparêz Îdîl Eser, Dîrektora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya berê ku di doza Buyukadayê de tê dadkirin, biryara xwe daye.
Dadgehê di serlêdana Esera ku weke girtî hatiye dadkirin de gotiye, “Ji ber ku girtina wê nehiqûqîye, li gorî xala 19em ya destûra bingehîn mafê wê yê ewlekarî û azadiya takî hatiye binpêkirin.” Her weha dadgehê ji ber vê yekê biryar daye ku bi qasî 40 hezar Lîreyê Tirk tezmînata menewî bidine Eserê.
Benan Molû, parêzera Eserê têkildarî biryarê daxuyani daye û gotiye, “ Di serlêdana me ya têkildarî çalakiyên Îdîl Eserê yên derbarê mafên mirovan û Rêxistina Efûyê de ku ji ber van çalakiyan di doza Buyukadayê de weke girtî dihat dadgehkirin, dadgehê biryar daye ku mafê wê hatiye binpêkirin.
Îdîl Eser di 5ê Tîrmeha 2017an de hatibû desteserkirin û di 18ê Tîrmeha 2017an de hatibû girtin. Bi heft mafparêzan re di danişîna 25ê Çiriya Peşiya 2017an de serbest mabûn.
Serlêdana mafparêz Ozlem Dalkiranê jî bi heman şêweyî encam dabû. Dalkiranê jî di doza Buyukadayê de dihat dadgehkirin.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin.
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. (AS/AY)