Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Can Dundar, Derhênerê Weşana Giştî yê berê yê Rojnameya Cumhûriyetê di doza sekinandina TIRên MÎTê de 27 sal 6 meh cezayê girtîgehê xweribû. Dosyeya ku ji yên din hatibû cihêkirin ya Dundarî îro li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye.
Dadgehê derbarê Can Dundarî de ku li Almanyayê ye biryara zeftkirin û sazkirina daxwaznameya şûnvedayînê daye.
Dadgeh bi biryarê re ji bo ku bultena sor derbixe wê ji Wezareta Dadê re nivîsek bişîne.
Her weha dadgehê danişîn taloqî 6ê Çiriya Pêşiyê kiriye.
(HA/AY)