Fotoğraf: Washîngton Post
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê li DYAyê êrişên li dijî rojnamegeran yên ku di dema Donald Trûmpî de destpêkiribû, piştî ku Joe Biden jî bûye serok didomîne.
Wezaretê, ji bo zanyariyên şexsî yên rojnamegerên ku li hin saziyên medyayê, CNN, New York Times û Washington Post jî di nav de ne kar dikin, bidest bixe hewldaye biryara dadgehê derbixîne.
David McCraw, parêzerê New York Timesê aşkere kiriye ku di dema Bidenî de jî ev kiryarana didome û rêvebiriya Bîden jî ji bo ku lêpirsînên heyî nebin nûçe ji dadgehê biryara qedexekirina weşanê derdixînin.
McCraw diyar kiriye û gotiye, ji ber vê rêvebirên New York Tîmesê derbarê mijarê de demekê dirêj daxuyanî nedan. Lêbelê daxuyanî dayîn bi rakirina qedexeya weşanê ji aliye dadgehekî din ve mimkun dibe.
Piştî ku qedexeya li ser weşanê rabû hûrgiliyên hewldanên Wezareta Dadê derketin holê. Charlîe Savage û Katîe Benner derbarê mijarê de di New York Tîmesê de nûçeyêkî weşandine.
Li gorî vê wezaretê ji googleyê daxwaza zanyariyên şexsî yên hin rojnamegeran kiriye. Googleyê ev daxwaz qebûl nekiriye.
(AY)