Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alev Şahîn û Mehmet Dersûlû di nav wan kesên ku li Kolana Yukselê ya Enqereyê û Duzceyê çalakiya “Em kare xwe dixwazin” kiribûn de bûne û bi hinceta “ digel ku derbarê wan de biryara kontrola edlî hebûye, çalakiyên xwe berdewam kirine” dihatin dadgehkirin, di danişîna îro de serbest bûne.
Di dozê de bersûcê girtî nemaye.
Di doza ku li 28em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêkhatibû de Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbaş, Acûn Karadag, Nazan Bozkûrt, Mahmût Konûk û Alev Şahîna ku li Duzceyê Çalakî kiribû, di 22ê Tebaxê de hatibûn girtin.
Armagan Ozbaş û Mahmût Konûk di danişîna yekem de hatibûn tehliyekirin.
Dersdêr Acûn Karadag di 27ê Kanûna Paşiyê de, Nazan Bozkûrt jî di 5ê Nîsanê de serbest mabûn.
Alev Şahîn ku mimar e li Qeyseriyê û Mehmet Dersûlû jî li girtîgeha Bolûyê girtîbûn.
(AS/AY)