Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bîranîna Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim, karsazên kurd de axivîne. Bûldan, Karay û Yildirim di sala 1994an de li Yeşîlkoya Stenbolê dema ji hotelekê derdiketin, hatibûn revandin û piştî du rojan termên wan dîtibûn.
Bûldan û Sancar beşdarî merasîma bîranîna her sê karsazan bûne ku li navçeya Avciları, li ser gorên wan pêk hatiye.
“Berpirsiyar ceza nebûn”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ozlem Yildiz, keça Adnan Yildirimî axiviye û gotiye ku hemû siyasetmedarên bûne sedema qetlîaman berpirsiyar in:
“Çeteyên di bin kontrola Mehmet Agarî de bûn bi gotina Vatan, millet, Sakarya (Welat, netew, Sakarya) bi hezaran mirov qetil kirin.”
Enes Karay, kurê Haci Karayî jî gotiye ku 28 sal in ji bo qetlîam ronî bibin ew têdikoşin. Karayî de berdewamiyê de diyar kiriye ku malbat ji ber berpirsiyar nayên cezakirin û beraet dibin ew nabehitin û ew ê hata dayiwê van dozan bişopînin.
“Kesên ew revandin bêtêlên polîsan li bal wan bû”
Pervîn Bûldanê di dema merasîma bîranînê de wiha axiviye:
“27 sal beriya niha di 3yê Hezîranê de kesên vê dewletê birêve dibe, komên di nava welêt de bûne çete, bi zanebûn û destûra dewletê Savaş Adnan û Haci, ev sê mirovên rind qetil kirin.
“Di 3yê Hezîranê de ew ji Çinar Otelê birin. Em her dubare dikin, em dixwazin careke din dubare bikin ku kesên ew birin û revandin nasname, êlek û bêtêlên polîsan bi wan re bû. Ew birine navçeya Yigilca ya Bolûyê û li wir îşkence li wan kirin, naylon li ser canê wan helandin, gule bera serî û laşên wan dan û ew qetil kirin. Di 3yê Hezîranê de termê van sê mirovan li ber Çemê Melenê yê Yigilca, navçeya Bolûyê hat dîtin.”
“Di ser re 27 sal derbas bûn, me hesap pirsî û em ê hesap bipirsin. Lewma em dizanin ku kewerên van diyar in, kesên gule berdane diyar in, kesên ferman dane diyar in, kujer diyar in. Wan bi xwe jî înkar nekir. Car caran ji komîsyonên ku hatine avakirin er gotin ‘min ji bo dewletê hezar operasyon kirin.’ Gotin, ‘lîsteya karmendên kurd ên alîkariyê didin PKKyê di destê me de ye, em ê hesap ji van bipirsin.’ Gotin ‘heke ez kevirekî bikişînim wê dîwar birûxe, em ê hemû dibinî de bimînin.’ Aha ew mirovana ti carî kuştinên kirine veneşartin.
Bûldan, bal kişand ser qezaya Sûsûrlûkê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Di encama Sûsûrlûkê de hemû tiştên ku qirêjî, bêhehleqî û neheqiyên ku dewletê kiribûn derketin holê. Lê ser wan hat girtin. Di serî de Mehmet Agar hemû têtikkêş gotinên wan di belgeyan de nivîsandî ne. Me timik got, ‘Li Sûsûrlûkê dewlet li qamyonê qelibî. Niha dewlet ji qamyone mezintir li TIR’ê qelibiye. Dauyaniyên Peker ne daxuyaniyên ji rêzê ne. Careke din îttîraf dikin ku Mehmet Agar kujerê Savaş Bûldan, Haci Karay, Adnan Yildirim, Apê Mûsa, Mehmet Sîncar û Ferhet Tepe ye. Lê careke din xwe ker, kor û lal kirine. Em kor, ker û lal nebin. Em ê li her derî daxwaza xwe ya edaletê biqîrin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya darizandina Mehmet Agar û Tansû Çîler bernedin. Dewlet deyndarê lêborînekê ye.”
Sancar: Karê ku dewletê birêxistin kiribû
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê wiha gotiye:
“Em dizanin ev her sê mirovên baş çawa hatin qetilkirin. Me ji tecrubeyên xwe yên berê dizanî ku ev karekî dewletê birêxistin kiribû. Tiştên ku me dizanîbû hemû cîhan û welat herî dereng piştî Qezaya Sûsûrlûkê pê hesiya. Ji wê rojê heta îro têkoşîna dadê didome. Ew hişmendî û politikaya ku wê demê xistin meriyetê, şerê giştî yê li dijî kurdan bû. Şerê giştî û polîtîkayên tunekirinê ji ber pirsgirêka kurdan derdiket. Girêdayî vî şerê giştî karsaz, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar hatin qetilkirin. Bi deh hezaran cînayetên kiryarên nediyar pêk hatin. Em faîlan dizanin. Di encama van polîtîkayan de 3 mirovên me yên baş bi awayekî hovane qetil kirin. Bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Dijminatî û kîna wan ewqas zêde ye ku kuştin têra wan nake, êşeke bêhtir bi wan didin kişandin hem wan hem jî hezkiriyên wan diêşînin û ew wiha kuştin.” (EMK/FD)