* Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber hin gotinên wî yên derbarê Devlet Bahçelî, Serokê Partiya Tevgera Netewperes (MHP) de bikarhênerekî Facebookê hatiye dadgehkirin. Dadgehê biryara derbarê wî kesî de daye.
Dadgeha Asliye Cezayê ya Enqereyê ya 25an biryar daye ku 5 hezar û 300 lîreyê tirkan ceza li bikarhênerî bibire.
Di biryarê de heyeta dadgehê li gorî Xala 125/1ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) cezayê pereyan ê beramberî 90 rojî lê biriye û gotiye “hatiye famkirin ku heqaret ji ber wezîfeya karmendê dewletê hatiye kirin” û “bersûcî bi awayekî vekirî ve sûc kiriye” û cezayê danê, zêde kirine.
Heyetê di encamê de 265 roj ceza lê biriye ku roja wê ji 20 lîreyê li ser hev dike 5 hezar û 300 lîre. Cezaxwir ji du mehan carekê û bi 20 taksîtên wekhev wê cezayê xwe bide. Heke nede wê cezayê wî bibe cezayê girtîgehê.
Heyeta dadgehê her weha ji ber ku li gorî zanyariyên tomarkirî beriya niha ti carî sûc nekiriye û wê bitirse sûcekî bike, biryara heyî aşkere nekiriye û taloq kiriye.
Gotibû ku wî bibin “Mala kal û pîran”
Rojnameya Sozcuyê daxuyaniyeke Bahçeliyî weşandibû û li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû. Bikarhênerê medyaya civakî li bin wê parvekirinê wiha nivîsîbû:
“Vî êdî bibin mala kal û pîran, têra xwe xurifî ye, hingî zîviriye hiş di sera de nemaye.”
(AS/FD)