Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza ku Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji bo biryara qedexekirina lîstika Bêrûyê betal bibe vekiribû, îro li Dadgeha Karûbarên Rêveberiyê ya 10an a Herêmî ya Stenbolê pêk hatiye.
Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de, beriya lîstika Bêrûyê li Sahneya Gazîosmanpaşayê ya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were nîşandan bi saetan, nîşandana lîstikê qedexe kiribû. Beşa Hiqûqê ya MLSAyê bi sedema ku azadiya xweîfadekirinê binpê kiriye, li dijî biryara qedexeyê doz vekiribû.
Bixwîne - Dadgehê qedexeya li ser "Bêrû"yê ranekiriye
Parêzer Zelal Pelîn Dogan li ser navê MLSAyê beşdarî danişînê bûye. Lê ji Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ti kes beşdar nebûye. Doganê di dema danişînê de gotiye ku “Lîstika navborî ji bo demeke nediyar hatiye qedexekirin. Miwekila min welatiyeke ku dixwest li lîstikê temaşe bike. Biryara qedexeya bêdem ji hêla şêwe û armancê li dijî hiqûqê ye. Jixwe li dijî komeke şanoyê di sala 1999an de rastî heman kiryaran hatibû. Dadgeha Mafên Mirovan di ‘biryara Tirkiyeyê ya Ûlûsoyî û yên din de” biryara binpêkirinê dabû.”
Bixwîne - Şanoyên Bajêr ên Stenbolê di bernameya xwe de cih daye şanoyeke bi kurdî
Heyeta dadgehê beriya niha xwestibû ku Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê derbarê biryara qedexeyê de paraznameya xwe bişîne.
Qaymeqamiyê nivîs ji dadgehê re şandiye û heman îdiayên xwe anîne ziman û gotibû, "Bêrû ji ber ku wê sîstema rêkûpêkirina civakê têk bibe", wan biryara qedexeyê daye.
Heyeta dadgehê di nava çend mehên pêşiya me de bêyî ku careke din danişînê pêk bîne, wê biryara xwe aşkere bike.
Lîstikvan Omer Şahînî jî doz vekiribû
Parêzer Ramazan Demîrî jî li ser navê Omer Şahîn, şanogerê Teatra Jiyana Nûyê doza betalkirina qedexeyê vekiribû. Omer Şahînî her weha ji ber ziyana wî ya madî daxwaza 5 hezar TL tezmînata madî û 10 hezar jî tezmînata manewî kiribû. Li gorî ku zanyariya Parêzer Zelal Pelîn Doganî da, wê heman dadgeh li her du dozan binêre.
Parêzer Demîrî ji bianetê re gotibû ku heke dadgehên herêmî biryarên neyênî bidin, wê pêşiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û paşê jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.
Çi bûbû?
Rêveberiya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo ku di dema nexweşiya Covid-19ê de alîkariya şanoyên taybet bike sahneyên xwe ji wan re vekiribû.
Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê jî serî lê dabû û lîstika wan a bi navê Bêrû ya Dario Foyî hatibû qebûlkirin.
Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de beriya lîstik were nîşandan bi saetan, Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê bi sedema ku wê “sîstema civakî têk bibe” lîstik di nava sînorên Gazîosmanpaşayê de heta demeke nediyar qedexe kiribû.
Piştî vê biryarê, di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de vê carê jî Walîtiya Rihayê heta demeke nediyar, lîstik qedexe kiribû.
Dilawer Zeraqî lîstik ji bo kurdiyê wergerandibû. Nazmî Karaman derhêneriya lîstikê dikir û Rûgeş Kirici, Omer Şahîn, Rewşan Apaydin û Cîhat Ekînciyî dilîst. (FD)