Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê biryar daye ku bi sedema “sîstema civakî û tenduristiya giştî biparêze” ji 3yê Hezîranê heta 17ê Hezîranê hemû çalakî û civînên li qadên derve qedexe kirine.
Walîtiyê di malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye heta 15 rojan bêyî destûra rêveberên herêmî yên fermî li nava bajêr civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û çêkirina anketan, vekirina kon û standan, lidarxistina kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan hatine qedexekirin.
Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye:
“Ji bo pêşî li bûyerên weke êrîşkirinê û çalakiyên qanûn û Destûra me ya Bingehîn ew diyar kirine bigirin, ewlehiya mal û milk û canê welatiyên me bikin, planên rêxistinên terorê beralî bikin û ji bo ewlehiya netewî saz bikin, sîstema civakî û tenduristiya giştî biparêzin, nehêlin sûc pêk bên kirin, ji bo azadî û mafên bingehîn û maf û azadiyên kesên din û asayîşa giştî saz bikin, di nava sînorên cografîk ên Wanê ji 3yê Hezîrana 2021an heta 17ê Hezîrana 2021an heta 15 rojan, li gorî xala 17an a Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanan a hejmar 2911an û xala 11an a Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yan nabe bêyî destûra rêveberiya herêmî ya fermî pêk werin.” (TP/FD)