Fotograf: sendika.org/Murat Bay
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) ya bi navê “Girtina Kolanê: Binpêkirinên Li Dijî Azadiya Xwepêşandan û Civînan”, di navbera salên 2015-2019an de 4 hezar û 771 caran maf/azadiya xwepêşandan û civînan hatiye binpêkirin.
Di encama midaxeleyên li dijî xwepêşandan û civînan de 20 hezar û 71 kes hatine desteserkirin û 662 kes jî hatine girtin.
Di heman qonaxê de ji ber ku mafên xwe yên azadiya xwepêşandan û civînan bikaranîne doz li 4 hezar û 907 kesan hatine vekirin. 13 hezar û 370 meh cezayê girtîgehê ji 999 kesan hatine birîn. 268 hezar û 235 Lîreyê Tirk cezayê pere li 68 kesan birine.
4 hezar û 450 kes rastî tûndkariya laşî ya hêzên ewlekariyê hatine, 90 kes jî bi guleyê wan brîndar bûne.
Di êrişên li dijî civîn û xwepêşandanan de jê 19 kes ji ber bikaranîna zext û zorên zêde yên hêzên ewlekariyê, 141 di encama êrişên bombeyi de, bi giştî 160 kes mirin e.
Maf herî zêde li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Amed, Meletî, Wan, Edene, Kocaelî, Mersîn û Mêrdînê hatiye binpêkirin.
(HA/AY)