Fotograf: ETHA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
19em danişîna Doza Qetlîama Pirsûsê li Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Rihayê dewam kiriye.
Di dadgehê de heyetê pêşiyê tespîta nasnameyan kiriye. Parêzeran xwestiye ku lêkolîna hin mijaran bê kirin lê dozgerî nêrîna xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozgerî xwestiye Yakûp Şahîn, tekane bersûcê girtî 34 caran bi cezayê miebeta girankirî bê cezakirin.
Her weha daxwaz kiriye ku dosyaya Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, her du bersûcên fîrar ji dosyeya esasî cida bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Sezîn Ûçar, yek ji parêzera Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê gotiye, “Em wî gotina dibêje ‘qaşo avakirina jinûve’ qebûl nakin. SGDP li gorî Qanûna Komeleyan hatiye avakirin û hemû serlêdan hatine kirin.”
Paşê jî malbatên qurbaniyên Pirsûsê paraznameyên xwe pêşkêş kirine. Heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin 29ê Îlonê dewam bike.
Malbat û parêzerên qurbaniyên qetlîama Pirsûsê, Ayşe Surucu, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hatîce Çevîk, Hevşaredara Pirsûsî ya kayûm li şûna wê tayîn kiriye, beşdarî dadgehkirinê bûye.
Yakûp Şahînê girtî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Rihayê beşdarî danişînê bûye.
Çi bûbû?
Di 20ê Tîrmeha 2015yê de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîstê (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de êrîşa xwekujî pêk hatibû.
Di encama teqînê de 33 kes hatibûn kuştin.
Pêvajoya Dozê
18 meh piştî qetlîamê Serdozgeriya Komarî a Rihayê îdaname amade kiribû. Di çarçoveya îdanameyê de yek jê girtî derbarê 3 gumanbaran de 104 car cezaya heta hetayî hatiye xwestin.
Ji gumanbaran Yakûp Şahîn weke gumanbarê teqîna Gar a Trênan a Enqereyê girtîbû. Li gor îdanameyê gumanbarên din yên bi navê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balli li Sûriyeyê ne.
Di 9ê Kanûna Paşiyê ya 2017an de di doza derbarê Qetlîama Pirsûsê de karmendên dewletê jî hatibûn dadgeh kirin. Di dozê de Mehmet Yapalial, rêvebirê emnîyeta navçeyê yê wê demê ji ber “ wezîfeya xwe nehaniye cîh û xerap bikaraniye” bi dayîna 7 hezar û 500 Lireyê Tirk ceza stendibû. Ev ceza jî li ser 12 mehan hatibû beş kirin.
Di doza duyem ya ku karmendên dewletê tê de tên dadgehkirin de 2 polîs hene. Herdu polîs di Dadgeha Cezayê Esliyê a Pirsûsê de bi sûcê “ wezifeya xwe bi xerapî bikaraniye” têne dadgeh kirin.
Kesên ku di êrîşê de hatin kuştin ev bûn: Koray Çapoğlu, Cebrail Günebakan, Hatice Ezgi Sadet, Uğur Özkan, Nartan Kılıç, Veysel Özdemir, Nazegül Boyraz, Kasım Deprem, Alper Sapan, Cemil Yıldız, Okan Pirinç, Ferdane Kılıç, Yunus Emre Şen, Çağdaş Aydın, Alican Vural, Osman Çiçek, Mücahit Erol, Medali Barutçu, Aydan Ezgi Salcı, Nazlı Akyürek, Serhat Devrim, Ece Dinç, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgül, Erdal Bozkurt, İsmet Şeker, Süleyman Aksu, Büşra Mete, Duygu Tuna, Polen Ünlü, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Cömert.
(TP/FD)