Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 10ê Sibata 2013an de li Yenîşehîr, navçeya Amedê di dema xwepêşandanekê de di encama lêdana wesayîta bi zirx de Şahîn Oner can dide. 13em danişîna doza Onerî li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Polîs Selahattîn K. ê ji sûcê “bi zanebûn kuştiye” tê dadgehkirin û parêzerê wî tevlî danişînê nebûne. Malbata Oner û parêzerên wî Abdulah Zeytûn û Ercan Yilmaz di danişînê de amade bûne.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê di danişînê de rapora pispor a hatibû amadekirin tevlî dosyeyê hatiye kirin. Parêzer Zeytûnê ji dadgehê ji bo rapora pispor lêkolîn bikin wext xwestiye. Zeytûnê xwestiye ku Selahattîn K. polîsê bersûc jî were girtin.
Dadgehê daxwaza parêzer a girtina polîs qebûl nekiriye û danişîn taloqî 24ê Hezîranê kiriye.
(RT/AY)