Fotograf: Can Bursali / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Bilind biryara Doza Somayê qebûl nekiribû û gotibû bila dadgehkirin jinûve pêk were. Îro di duyem danişîna dozê de heyeta Dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kiriye. Li Somayê, navçeya Manîsayê di 13ê Gulana 2014an de li kanayê teqîn pêk hatibû û 301 karker miribûn. Kesên berpirsiyar ji vê qetlîamê hatibûn dadgehkirin. Dadgeha Bilind biryara derbarê van kesan de qebûl nekiribû.
Dadgehkirin li Dadgeha Cezayê Giran a Akhisarê pêk hatiye û heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye. Parêzeran xwestibû ku heyeta dadgehê were guhertin lê heyetê ev daxwaz qebûl nekiribû. Heyetê biryar daye ku îtîrazên li dijî vê biryara heyetê bişînin dadgeheke jortir û li bendî bersivê bimînin. Her weha ji bo him dozger bikaribe nêrîna xwe a esasê amade bike him jî kesên tên dadgehkirin û parêzerên malbatên qurbaniyan bikaribin li dijî vê nêrînê paraznameyên xwe amade bikin navberekê bidin dadgehkirinê. Dîsa heyeta dadgehê gotiye bila biryara kontrola edlî ya heyî ya ji bo Can Gurkanî dane, dewam bike.
Dadgehkirin wê 14ê Hezîranê roja duşemê saet di 09.00ê de dewam bike.
Can Gurkan û parêzerên wî li bajarên ku lê ne bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûne. Malbatên qurbaniyan û parêzerên wan li salona dadgehê bûne.
Piştî Salih Pelhivanoglû, Serokê Heyeta Dadgehê biryar aşkere kirin parêzerên malbatan nerazîbûnên xwe li dijî vê rewşê nîşan dan.
Çi bûbû?
Li Somayê, navçeya Manîsayê, di 13ê Gulana 2014ê de agir bi kanaya madene ya Soma Holdîng xwediyê wê ye derketibû.
Ji ber şewatê, galeriyên kanayê bi dûmanê tijî bûne. 800 karker li vir asê mabûn.
301 karker miribûn, 486 karker jî birîndar bûbûn. 162 karker jî filitîbûn.
Pêvajoya dadgehkirinê
Dadgehkirina qetlîamê di 13ê Nîsana 2015ê de dest pê kiribû, Dadgehkirin li 11ê Tîrmeha 2018ê de qediyabû.
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê 15 sal cezayê girtîgehê û 3 sal astengkirina karên kanayê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Rêveber a Şîrketa Soma Holdîngê birîbû.
Ji 15 salan heta 22 salan cezayê girtîgehê li Midurê Giştî yê heman şîrketê Ramazan Dogru, Alîkarên Midurê heman şîrketê Îsmaîl Adali û Ertan Ersoyî birîbû. Her sê kes jî girtî dihatin dadgehkirin.
Her weha ceza li wan neh kesan jî birî ku nehatibûn girtin û dadgehkirin. Lê xwediyê şirkete Alp Gurkan jî di nav de 37 kesan beraet kiribû.
14em Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmi ya Îzmîrê cezayê girtîgehê yê 5 bersûcên girtî erê kiribû ku ji 15 salan heta 22 sal û 6 mehan ceza li wan hatibû birîn. Dadgehê her weha biryara tehliyeyê ji bo Can Gurkanî dabû. (TP/FD)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Evrensel, Independent Tirkî, Komeleya Mafên Civakî (Twitter)