Behzad Mahmûdiyê ku 25 salî yê ji ber biryara sêdarê ya Îranê baz daye û xwe li Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê girtiye di 18ê Gulanê de li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî(NY) ji ber xizaniyê xwe-şewitandibû. Mahmûdî duh bi şev can daye.
Penaberê Kurd, Behzad Mahmûdî ji bo alîkariyê çûbû Ofîsa NYyê ya li Hewlêrê. Piştî bersiveke neyênî dabûn wî, Mahmûdiyî li ber ofîsa NYyê agir bi laşê xwe xistibû û duh bi şev miriye.
Mahmûdiyî gotibû ku “ji ber sekna min a Kurdistanî ez li Hewlêrê penaberê siyasî me. 4 sal berê ez ji Rojhilatê hatim Hewlêrê. Îran dixwaze min darve bike.”
“Ez li vir jî birçî me, li kolanan, li mizgeftê dijîm. Ez ê xwe bişewitînim da ku ji min re nebêjin tu derewan dikî.”
Çi bûbû?
Di 18ê Gulana 2021an de du ciwanên Kurdên Îranê yên çûbûn ber deriyê Ofîsa NYê, xwestibûn ku bi rayedarên ofîsê re hevdîtin bikin û rewşa xwe ji wan re vebêjin, lê rayedarên ofîsê guh nedabûn daxwaza ciwanan.
Yek ji ciwanan Behzad Mehmûdî li ser vê yekê, li ber deriyê ofîsê agir berdabû bedena xwe û bi giranî birîndar bibû. Behzad Mehmudî tenê ji aliyê hevalê xwe û rojnamegerekê ve hatibû vemirandin, tevî agir berda xwe jî ti rayedarek ofîsê bi hewara wî ve nehatibûn. Ciwan Mehmudî 20 deqeyan li ber ofîsê li benda alîkarî û ambûlansê mabûn. Piştî 20 deqeyan, cardin hevalê Mehmudî û hinek rojnamegeran ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Mehmudî piştî 5 rojan li nexweşxaneyê hatiye derkirin, duh bi şev miriye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê