Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza Geziyê de Osman Kavala jî di nav de 16 kes dad dibe. 16 meh piştî biryara beraetê carekê din doz li 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku li Çaglayanê ye destpê kir. Piştî betalkirina biryara beraetê ya Dadgeha Îstinafê danişîna yekem pêk hat. Dadgehê biryar da ku Osman Kavala neyê berdan. Sercan Karagoz, Serokê Dadgehê li dijî biryarê derket.
Bêyî ku danişîn destpêbike navber hat dayîn
Ji bo doza ku 16 bersûcan heye, salonek 30 kesî terxan kirine û ji ber vê gelek temaşevan, rojnameger û parlamenter li derve hatin hiştin. Kesên ji bo şopandina danişînê hatine di salonê de li pê mane.
Dadgehê ji ber qerebalixêyê xwest salon bê valakirin. Piştî ku kes ji salonê derneketin 10 xulk navber hat dayîn.
Serokê Dadgehê: Dibe ku em heman biryarê bidin
Piştî navbera 10 xulekî serokê dadgehê dîsa hat û danişîn da destpêkirin û got, karîneya bêtawanîtiyê grînge, ez dixwazim hemû bersûcan guhdar bikim. Ji bo ku danişînê bigirin salona mezin me ji 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re nivîs şandiye lê bersivek erênî nedane.
Serokê Dadgehê derbarê betalkirina biryarê de jî gotiye, “Ne mimkin e em li berxwe bidin. Divê xeletiyên şêweyê were rastkirin. "Lê ev nayê wê wateyê ku em careke din nikaribin heman biryarê bidin"
Di danişînê de di destpêkê de Mucalla Yapici axivî û got, “Min du caran beraet kiriye. Beraeta min a dawî jî betal bûye. Ez dixwazim va biryara were betalkirin. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Atalay: Betalkirina biryara beraetê neqanûnî ye
Piştre Can Atalayî derbarê betalkirina biryara beraetê ya dadgeha îstinafê de axivî got, “ Biryar betalkirinê nehiqûqî ye. Biryara betalkirinê mîsoger e lê hûn nemecbûrin li gel vê biryarê bin.”
Atalayî weha got: “Berxwedana Geziyê nîşaneya wê yekê ye ku gelên vî welatî xwedî li mafên xwe derketine. Dimena derketina welat e ji cuntaya 12ê Îlonê.”
Berxwedana Geziyê îradeya xwedî derketina li çarenûsa xwe ye. Em ê di parastina Geziyê de berdewam bin.”
Kahraman: Her kesê ku beşdarî Geziyê bûne tê dadkirin
Piştî Atalayî Tayfûn Kahraman jî xwest dadgeh li dijî biryara betalkirinê derkeve û got, "Bingeha vê dosyeyê nîne, aliyekî wê yê hiqûqî nîne. Ne tenê em, hemû kesên beşdarî Gezî û berxwedanê bûne di çav me de îro li vir tên dadkirin. Dadgehkirina vê berxwedana ku yek ji kevirên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye, nayê qebûlkirin. Betalkirina beraatê ne qanûnî ye. Em dixwazin hûn biryara beraetê bidin.”
Kavala: Senaryoya ku pêbaweriya xwe winda kiriye
Osman Kavala jî derbarê biryara betalkirinê de weha got:
"Betalkirina biryara beraatê bi armanca yekkirina dozan e. Yekkirina dozan wê bibe hewldana ji nû ve zindîkirina senaryoyeke ku 8 sal berê ji bo ferasetê hatibû amadekirin.
Piştî axavtina Kavala dadgehê navber daye danişînê.
Dozger xwest Kavalayî neyê berdan
Dozgerê danişînê piştî navberê nêrîna xwe aşkere kir û xwest infaza bersûcên ku li derveyî welat in were sekinandin û ji bo Osman Kavala jî biryara girtî hîştinê were dayîn. Piştî nêrîna dozger Osman Kavala weha axivî:
Kavala: Betalkirina biryarên beraetê ji bo min nebû cîhê matmayînê
"Bi yekkirina dozan re pêvajoya dadkirina ku beriya 3 sal û nîvan dest pê kir, li ser esasê senaryoya ku bûyerên Geziyê komploya ji bo rûxandina hikûmetê ye, wê derbasî qonaxeke nû bibe. Wekû min bere jî bi birxistibû telîfa senaryoya Îddianameya Gezîyê li ser darêzger û xebatkarên emniyetê ne yên ku di endamtiya FETOyê de tên dadkirin.
Wekî di nivîsên ku di pêveka îddianameyê de ne yên 14-15ê Hezîrana 2013an de jî xuya dike ku senaryoya ez aktorê sereke yê buyerên Geziyê me li Serokatiya Daîreya Tekoşîna Li Dijî Sûcên Organîzekîrî û Qaçaxçiyan hatiye çêkirin.
Kavala: Betalkirina biryarên beraetê ji bo min nebû cîhê matmayînê.
Piştî Kavala parêzer Îlkhan Koyûncû, Koksal Bayraktar û Tolga Ayture axivîne. Piştî gotinan dadgehê ji bo biryarê herî kêm saetek navber da.
Dadgehê danişîn taloqî 6ê Tebaxê kir
Piştî navberê lijneya dadgehê biryara da ku Osman Kavala neyê berdan. Biryar bi piraniya dengan hat stendin. Sercan Karagoz, Serokê Dadgehê li dijî biryarê xwest Osman Kavala tehlîye bibe. Herweha dadgehê danişîn taloqî 6ê Tebaxê kir.
Herweha dadgehê biryara zeftkirina Henrî J. Barkeyî da û daxwaza îstinabeyê ya Înanç Emekçiyî jî qebûl nekir.
(HA/AY)