Dîmen: Ji raporê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Baran Tursunî “Rapora Binpêkirinên Mafên Jiyanê yên di encama Bikaranîna Hêza Bêpîvan a Hêzên Ewlekariyê de” aşkere kiriye.
Mafparêz Mehmet Tursun û Dr. Gunal Kurşunî rapor amade kiriye û “detayên kuştina 404 sivîlan tê de heye ku gelek ji wan ne ji ber sedemên siyasî bûne, tundkarî li polîsan nekirine, bi polîsan re şer nekirine û zarok jî di nava wan de hene.”
Ji bo raporê lêkolîna wan bûyeran kirine ku di 14 salan de pêk hatine ango ji 2007an û vir ve pêk hatine. Lewma di sala 2007an de Xala 16an a Qanûna Wezîfe û Karbidestiya Polîsan (PVSK) guherî û sînorên erka bikaranîna çekan a polîsan fireh bûbû.
Ew kuştinên li herêma kurdan a di encama şerê çekdarî de pêk hatine li derveyî vê xebatê hiştine. Lê ew bûyerên ku weke “kuştinên ji ber sedemên edlî” û weke “kuştinên bi qisûr” hatine nivîsandin di raporê de hene.
Di raporê de diyar kirine ku gotinên ne zelal ên di yasayan de dihêlin ev rewş derkeve holê.
93 jê zarok 404 kes kuştine
Li gorî raporê daneyên 14 salan wiha ne:
Zarokên ku hatine kuştin: 93
Jinên ku hatine kuştin: 70
Mêrên ku hatine kuştin: 241
Kesên bi polîsan re ketine pevçûnê: 0
Li ser hev: 404
(AS/FD)