Fotograf: Flickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên LGBTI+yan 17ê Gulanê, Roja li dijî Homofobî, Bîfobî, Transfobî û Înterfobiyê
bibîr xistiye û daxuyaniyeke hevbeş a nivîsî weşandiye.
Rêxistinan di daxuyaniyê de gotiye, “em qebûl nakin hûn me weke hinceta vekişîna ji Peymana Stenbolê nîşan bidin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin.”
“Em bibîr dixin, dest jê bernadin”
Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:
“Bila 17ê Gulanê Roja li dijî Homofobî, Bîfobî, Transfobî û Înterfobiyê pîroz be.
“Rêxistina Tenduristiyê ya Cîanî di 17ê Gulana 1990an de hevzayendîtî ji lîsteya nexweşiyan derxistiye. Ji 2004an û vir ve 17ê Gulanê li hemû Cîhanê û ji 2006an û vir ve jî li Tirkiyeyê weke Roja li dijî Homofobî, Bîfobî, Transfobî û Înterfobiyê tê pîrozkirin.
“Di encama têkoşîna birêxistinkirî ya tevgera LGBTI+yan hevzayendî ji kategoriya nexweşiyan derketiye û em di nava wan şert û mercan de dikevin 32 saliya wê ku desthilatdarên populîst ên rastgir dixwazin dijberiya LGBTI+yan sazûman bikin. Ligel vî tiştî hîna patolojîkkirina kesên xwedî nasnameyên trans û înterseksê jî bidawî nebûye. Lê têkoşîna me ya li dijî homofobî, bifobî, transfobî, înterfobî û her cure cidaxwaziyê jî bêyî ti nasnameyekê li du xwe bihêle bi piştevaniyê mezin dibe.
“Em tînin bîra wan kesan ku bi gotinên nefretkirinê û hedefnîşandanê re hebûna me krîmînalîze dikin,
“Kesan ku dixwazin alayên me û hemû şopên me ji kolanan bibin,
“Kesan ku bi sûcdariyên cida cida dixwazin nasnameyên me bikin mijara dadgehkirinê,
“Kesan ku dibêjin qey em ê dest ji Peymana Stenbolê berdin
“Hogirî me bibin, em li vir in, em naçin”
Rêxistinên ku navê wan di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin
Komeleya 17ê Gulanê, Piştevaniya LGBTI+yan a Aydinê, Mala Boysanî, Komeleya Piştevaniyê û Xebatên Ciwaniyê ya LGBTI+yên Ciwan, Hêvî Komeleya LGBTI+yan a ji bo Maf, Wekhevî û Hebûnê, Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê, Komeleya Piştevaniyê û Lêkolînên Çandî Kaos GL, Komeleya Piştevaniya LGBTI+yan a Lambdaistanbul, Komeleya Piştevaniyê, Lêkolînan û Perwerdeyê ya LBTGI+yan a Muammayê, Komeleya Piştevaniya LGBTI+yan a Pembe Hayatê, Komeleya Xebatên Sosyal Polîtîkayê, Nasnameyên Cinsiyetan û Meylên Zayendî, Komeleya Piştevaniya LGBTI+yan û Lêkolînên Kuirên Zanîngehan
(EMK/FD)