Fotograf: IHD Mersîn - Twitter
Dadgehê ji ber êrîş li malbata kurd kirine biryara girtina 2 kesan daye. Piştî nûçeya êrîşê ya li ser malbeteke Hewlêrî, cendermeyan tohmetbarên bi navê S.O., M.F.O û M.B desteser kirine. Her sê tohmetbaran îfade dane cendermeyan û ew birina Edliyeya Anamûrê. Dozgerî îfadeyên wan wergirtiye û daxwaza girtina wan ji dadgehê kiriye.
Dadweriya Silh û Cezayan a Anamûrê bi tohmeta ku “hewldana kuştinê ya bi zanebûn”, “ziyandan mal û milkan” û “nefret û kîndariyê di nava gelî de pêş bixe” M.F.O. û M.B. girtiye. S.O. bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Bixwîne - Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke Kurd kiriye
Piştî ku bûyer hate bihîstin Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsandiye: ’’ Em bi tûndî wê rûdawê şermezar dikin. Mixabin destdirêjiyeke nemirovane bi ser wan de hat kirin. Bi taybet zarok û jin û zarok di navde bûn. Niha lêkolîn li ser rûdawê dest pê kiriye û li gor zanyariyan bi me hatine dayîn 3 kes hatine desteserkirin.
‘’Min peywendî bi Kak Muştaq kiriye û spas ji bo Xwedê ku tendirustiya wî baş e.’
"Min peywendî bi Konsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê kiriye û nerazîbûna xwe aniye ziman. Hêvî dikim berpirsên Tirkiyê bi berpirsiyarî û duristî biryarê bidin.’’
Omîd Xoşnaw, Waliyê Hewlêrê daxwaza zelalkirinekê ji Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê kiriye.
Waliyê Hewlêrê derbarê êrişa li ser malbateke Kurd a ji Hewlêrê li Mêrsînê daxuyaniyek belav kiriye û daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê kiriye ku di zûtirîn demê de kesên êrişkar bêne girtin û ceza li wan were birîn.
Lijneya Peywendiyên Derve ya Revenda Kurdistanî ya li Parlamentoya Kurdistanê li ser êrîşa ser malbata Kurd daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku “Ev destdirêjî cihê qebûlkirinê nîne.”
Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Em gelek nîgeran in bi wê êrîşa ku kesên tundrew ên dûrî hemû nirxên mirovî bi ser malbateke Kurd de kirine, ku bi mebesta derbaskirina betlaneya cejna Remezana pîroz ji bajarê Hewlêrê çûne bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê.”
Walîtiya Mêrsînê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û êrîş bi gotina "bi temamî bûyereke edlî ye" nirxandibû.
Çi bûbû?
Li Mêrsînê komeke nijadperestan bi cop û keviran êrişî malbateke kurd kiribûn ku ji bo geştê ji Hewlêrê çûne Mêrsînê. Di encama êrîşê de Muştaq Mahmood Kareem birîndar bûbû.
Êrîş li navçeya Bozyaziyê ya Mêrsînê, li nêzîkî herêma Gozsuzce Sirtlanê pêk hatibû. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê yek jê bi giranî, 2 kes birîndar bûbûn û birîndar ambulansê biribûn nexweşxaneyê.
Welatiyê bi navê Cîhan Kûtlûk ê di rê de diçû, alîkariya kesên birîndar kiribû. Birîndar bi ambûlansa hatibû cihê bûyerê biribûn nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû vekirin.
“Bi tiliyên xwe nîşana gurêboz dikirin”
Cîhan Kûtlûk, bi van gotinan behsa bûyerê kiribû:
“Bi keviran êrişî zilamî û kurê wî yê 12-13 salî kirin û li serê wan xistin. Zilam ber bi bariyeran ve ji ser hişê xwe çû. Xwestin zilamî di kendal de biavêjin. Dibe ku weke şerê rê nedayînê nîşan bidin, lê rastiya wê ne wisa bû. Piştî ku îşareta gurêboz kirin, dijûn gotin kurdan. Wê demê min fêm kir ku êrişeke nijadperestî ye. Bi qasî 5 deqîqeyan ji kurdan re dijûn kirin. Min zilam bir wesayîta wî de û gihand xala cendermeyan. Pişt re gazî ambûlansê kir ew birin nexweşxaneyê.”
“Bi keviran êrîş kirin”
Kûtlûk piştî bûyerê çûbû Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û li wir wiha gotibû:
“Roja 13ê Gulana 2021an saet di 16.00an de ez bi wesayita xwe ji Edeneyê ber bi Antalyayê ve diçûm. Dema gehiştim herêma Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyazi ya Mêrsînê, min dît ku di fitlonekan de wesayit sekinîne û çûn hatin nabe. Ji bo ku bizanibim bê ka çi qewimiye, ji wesayîtê peya bûm. Min dît ku cîpeke spî û bi plakaya biyanî li pêş sekinî ye û çend kes şer dikin. Ji bo ku wan ji hev vekim çûm cem wan.
"Min dît ku wesayîta reş a bi markaya Honda Civic û bi plakaya 01 YG 428ê li pêş cîpa spî sekinî ye. Sê kes ji wesayîta reş peya bûn li cem malbata ajokarê cîpa spî ew bi lêdanê xist halê mirinê. Me xwest bikevin navberê, lê me nekarî. Pişt re li hevjîn û zarokên xwediyê cîpa spî jî xistin. Ew kesê ku di wesayîta reş a bi plaka 01 YG 428 de rêwî kevirekî mezin girt destê xwe 4 caran li serê xwediyê cîpa spî û rûyê wî xist. Pişt re ez hîn bûm ku navê vî kesî Mehmet Fatîh Oflaz e. Di derba ewil de ew kesê ku kevir li serê wî xistin, ber bi bariyeran ve çû. Xwestin di kendalê de biavêjin. Di derba dawî de ew kes ji ser hişê xwe çû û ket erdê. Ligel ku li erdê ser hişê xwe ve çû bû jî hêj lêdixistin. Ji ser, difin û serê wî kesê xwîn dihat.
“Gef li Kurdan xwar”
“Piştî ku kesên derdorê bi gotina ‘bese, mir’ qîr kirin ew kes li erdê hiştin û ber bi erebeya xwe ve çûn. Dema ku li wesayîta xwe siwar bin ew kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz paşve vegeriya û wiha got, ‘Ez ê li pêş li benda kesên ku şahidiya vê bûyerê dikin bim û ji bo ku wan bikujim. Kî şahidiya vê bûyerê bike… Ez ê van deran li wan teng bikim.’ Pişt re gefa ‘ez ê kurdan… ‘ xwar. Dûre mirovê ku ser hişê xwe çûbû, min xist wesayîta wî û min ew bir petrola Aytemîz a nêzîkî Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û min agahî da cendermeyan. Dîmena ku min ji cihê bûyerê bi telefona xwe kişand bi xwesteka xwe teslîmî tîmên Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê kir. Agahiya min a derbarê vê bûyerê de evqas in.”