Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kolombiyayê ev 7 roj in li dijî reforma bacê çalakiyên girseyî pêk tên û heta niha 24 kes di van çalakiyan de mirine. Zêdetir ji 900 kesî jî birîndar hene.
Xwenîşandanên di destê wan de pankart hene bi paytexta welêt ber bi Qada Bolivarê meşiyane ku navenda çalakiyan e. Bi hezaran kes li dijî polîtîkayên ekonomiyê yên hikûmetê û tundkariya polîsan çalakiyan pêk tînin.
Piştî ku hin xwenîşanderan kevir avêtine Avahiya Kongreya Netewî polîsên ji ESMADê ango hêzên midaxeleya li bûyerên civakî yên Kolombiyayê bi xaza rondikrij û ava şid midaxele kirine.
Li Medelîn, duyem bajarê mezin ê welêt jî bêhtir ji wan xwendekar, bi hezaran kes li dijî polîtîkayên ekonomiyê yên hikûmetê meşiyane û her weha polîs protesto kirine ku di dema çalakiyan de çalakvan kuştine.
Li Caliyê rê ji çûn û hatinê re girtine
Li Caliyê bi hezaran kes li navenda bajêr hatine ba hev û polîtîkayên hikûmetê protesto kirine. Li vî bajarê çalakî heta niha bêhtir aştiyane bûne, hin koman rê ji çûn û hatine re girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê Jorge Ivan Opsina, Şaredariyê Caliyê gotiye ku li bajêr xwurek û derman kêm in û ji çalakvanan xwestiye rêyan vekin.
Wezareta Tenduristiyê jî di daxuyaneyê de ji çalakvanan xwestiye ku bila rê bidin derbasbûna wesayitên oksîjen, derman û kelûpelên tibî bar kirine.
"Em ji diyalogê re amade ne"
Komîsyona Mafên Mirovan a Amerîkayê jî daxuyaniyek weşandiye û tundkariya zêde a polîsan şermezar kiriye.
Ofîsa Ombûdsmaniyê ya Kolombiyayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku ji destpêka çalakiyan heta niha li welêt 89 nes kes winda bûne.
Di vê navberê de Ofîsa Ivan Duque, Serokdewletê Kolombiyayê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku ew amade ne ji bo bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re bikevin diyalogê.
Bi bangewaziya greva netewî re çalakî destpê kiribûn
Li Kolombiyayê sendîka, civakên herêmî, komên xwendekar û derdorên mixalif di 28ê Nisanê de banga ‘greva netewî’ kiribûn û xwepêşandanên li dijî reforma bacê bi vî awayî destpê kiribûn.
Paytext Bogota û Medellin, Cali, Baranquilla, Cartagena û Valle de Cauca di nav de zêdetirî li 50 bajaran bi hezaran kes beşdarî çalakiyan bûbûn û pêşnûmeya reformê ya hikûmetê protesto kiribûn.
Di dema van çalakiyan de gelek bas, rawestgeh, banke û navendên kirîn û firotinê ziyan dîtibûn û li gelek bajaran derketina derve qedexe bûbû.
Ivan Duque, Serokdewletê Kolombiyayê di 2yê Gulanê de civîneke çapemeniyê li dar xistibû û gotibû wan biryar daye ku pêşnûmeyê bi şûn de bikişînin.
Polîsan bi tohmeta ku bûne sedema bûyerên tundkariyê, heta niha ji 500ê zêdetir kes desteser kirine. (TP/FD)