Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Encama serlêdana Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamentera Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) aşkere bûye.
DMMEyê gotiye, azadiya xweîfadekirina Kerestecîogluyê li gorî Xala 10em a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. Her weha DMMEyê biryar daye ku 5 hezar Euro tezmînata menewî û 4 hezar Euro jî xerciyên dadgehê were dayîn.
Kerestecîoglûyê derbarê biryarê de destnîşan kiriye û gotiye, “Îro DMMEyê di çarçoveya xala 10em de derbarê serlêdana min a têkildarî rakirina parêzbendiya min de biryara binpêkirinê daye. Gelek spas ji parêzerên min ên xoşewîst Ayse Akkaya, Gulşah Kaya û Ayse Bîngolê. Ez kêfxweş im ku parêzerên jin hene. Baş e ku hevgirtina me heye ku keda me dide xuyakirin.”
Di biryara DMMEyê de jî hatiye gotin ku rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş ji ber gotinên wî binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye.
(AS/AY)