Fotograf: DISK
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kedkar bi banga Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mihendîs û Mîmarên ya Tirkiyeyê (TMMOB), beriya qedexeya derketina derve destpê bike li hin bajaran 1ê Gulanê pîroz kirine.
Kedkar digel biryara qedexeyê ya Waliyan, bi slogna “Her roj 1ê Gulan e, her der 1ê Gulanê ye” kom bûne.
Li Stenbolê kedkar li Şîşhane û Kadikoyê hatine ba hev. Her weha li Kaşê Kazanciyê jî ew kesên beriya pîrozbahiyên 1ê Gulana 1977ê can dane, hatine yadkirin.
Li Enqere û Îzmîrê jî polîsan midaxele li kedkaran kiriye.
Li Stenbolê “1ê Gulana Bixwîn” hatiye yadkirin
Sendîka, nûnerên rêxistinên pîşeyî û yên partiyên siyasî li Kaşê Kazanciyê ya Taksîmê hatine ba hev û qurbaniyên 1ê Gulana 1977ê bibîr anîne.
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî ya DISKê, Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Konseya Navendî ya TTByê, rêveberên KESK û TMMOBê, Prof. Dr. Pinar Saîp, Seroka Odeya Doktoran a Stenbolê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û yên Partiya Gel a Komarî (CHP), Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Kedê û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûne.
Li Enqere û Îzmîrê polîsan êrîş kiriye
Li Enqereyê karker li Kolana Sakaryayê hatine ba hev lê polîsan destûr nedaye wan. Karkeran xwestiye ber bi Navenda Giştî ya KESKê ve bimeşin û li wir civînekê bidin çapemeniyê.
Piştî civînê polîsan gotiye “dûr bikevin kurê min” nîqaş çêbûye û polîsan bi gaza rondikrij midaxele li karkeran û nûnerên rêxistinên pîşeyî kiriye. Her weha hin kes desteser kirine.
Partiya Çep (SOL Partî) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “Piştî daxuyaniya 1ê Gulanê li Enqereyê polîsan êrîşî Partiya Çep kiriye. Gelek hevalên me birîndar bûne.”
Piştî bûyerî Partiya Çep daxuyaniyeke din daye û gotiye ku polîs li hemberî wan hewldana provokasyonê kiriye.
Li Îzmîrê jî karkeran xwestiye li Konak Kemeraltiyê bicivin. Polîs beriya civînê midaxele kiriye û 3 kes desteser kirine. Piştî nûnerên sendîkayan ketine navberê, kesên desteserkirî serbest bûne.
Di dîmenan de xuya dike ku dema polîs karkerekî desteser dike, çoga xwe datîne ser stûyê wî û nehiştiye bêhna xwe bide hu bistîne.
Piştî midaxeleyê civîna çapemeniyê pêk hatiye.
Li Edene, Kayserî, Antalya, Bûrsa, Wan, Amed, Dîlok, Edîrne, Tekîrdag, Kirklarelî û Samsûnê jî bername li dar ketine. (HA/FD)