Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Stenbolê bernameya 1ê Gulana 2021ê li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hikmetî li Şîşliya Stenbolê aşkere kir.
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî ya DÎSKê, Adnan Serdaroglû, Sekreterê Giştî yê DÎSKê beşdarî bernameyê bûn û di vê bernameyê de danasîna pirtûka bi navê “1ê Gulana ‘77an Behsa Windahiyên Xwe Dike – 1ê Gulana ‘77an û Bêcezatî” ya bianetê kir. Ji bilî danasîna vê pirtûka ku Tugçe Yilmazê amade kiriye her weha danasîna hejmara taybet a 1ê Gulanê ya kovara LeManê û strana “Îro Gulan 1 e” ya Ozan Çoban û Guneş Demîrî ji ber helbesteke Nazim Hîkmetê çêkirine jî bû.
Nadîre Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê û Samî Evren, yek ji nivîskarên pirtûka bianetê beşdarî bernameyê bûn.
Arzû Çerkezoglûyê got ku ji ber şewba koronavîrusê ew ê 1ê Gulanê li qadan pîroz nekin û wiha axivî: “Em bernameyên 1ê Gulanê ji kargehan heta malan bi beşdariyên berfireh dewam dikin. Ji bo çîna karkeran a Tirkiyeyê, têkoşîna 1ê Gulanê, têkoşîna azadkirina Taksîmê ye.”
Bianet behsa 1ê Gulana 1977ê dike
Tugçe Yilmazê wiha behsa pirtûka navborî kir:
“Di beşa yekem a pirtûkê de hevdîtinên bi xizmên qurbaniyan re hene ku wê rojê li Taksîmê mirine. Ji ber pandemiyê me ev hevdîtin mixabin nikarîbû rû bi rû pêk bianiya.
“Bi tenê yek ji hevdîtinên destpêkê, ya bi Zekî Eyî, kurê Bayram Eyiyê re rûbirû min pêk anî, paşê jî aşkere bû ku nexweşiya Covid-19ê li Tirkiyeyê hatiye dîtin.
“Di rastiyê de bûyerên 1ê Gulana 1977ê di nava wan “binpêkirinên giran” de cih digire ku Konseya Ewropayê van weke kuştinên bêdaraz, windakirinên bi darê zorê, piştguhkirinên jiyan û tenduristiyê dixe nava xetereyê binav dike.
“Tiştên di 1ê Gulana 1977ê de bûne di nava peymanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê jî îmze avêtine binê wan, di sernavên divê careke din neyên dubarekirin yên weke “mafê edaletê”, “mafê bidesxistina rastiyê”, “mafê tazmînatê” yên rêxistinên mafparêz yên herêmî û kurewî ew di metnên xwe de nivîsandine de hene.
“Digel van tiştan ev 44 salin hê qetlîam nehatiye ronîkirin û zanyariyeke zelal a derbarê qurbaniyan de li ber destê me nîne, ev jî pirsgirêkeke mezin e.
“Ji ber wê me di beşa duyem a pirtûkê de cih da mijara ‘bêcezatiyê’.”
Xelat dan bianetê
Piştî danasînan Arzû Çerkezoglûyê, xelat da Tugçe Yilmaz, Sami Evren û Nadîre Materê.
(DŞ/FD)