Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Hûn dixwazin weke ku qurbaniyan bilêv kiriye, bibêjin ‘Medz Yeghern’, hûn dixwazin weke bapîrên me û dapîrên me bilêv kiriye, bibêjin ‘Fermana Filla”, hûn dixwazin weke Raphael Lemkin, hiqûqnasê polonî ji ber tiştên li gelê ermen hatiye kirin bilêv kiriye, bibêjin ‘qirkirin’, rastî naguhere.”
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji ber van gotinan lêpirsîname ji bo Baroya Amedê amade kiriye.
Baroya Amedê derbarê Qirkirina Ermenan de bi sernivîsa “Em êşên Karesata Mezin parve dikin” di 24ê Nîsanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû.
Serdozgeriyê ji ber vê daxuyaniyê bi tohmeta ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîna Serokê Baroyê û endamên lijneya rêveber a baroyê kiriye.
Nahit Eren, Serokê Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha gotiye:
“Baroya Amedê azadiya xweîfadekirinê ya herkesî diparêze û wê ji ber zext û lêpirsînan sînoran daneyne pêşiya azadiya xweîfadekirina xwe. Em ê wan gotinên ku me li gorî nirxên xwe gotine, li gorî nirxên dîrokî careke din biparêzin.”
Berê jî bi heman sedemê lêpirsînname amade kiribûn
Baroya Amedê di 24ê Nîsana 2019ê de ji bo heman mijarê daxuyaniyek weşandibû. Bi heman sedemê ji bo Serokê Baroyê û endamên lijneya rêveber ên wê demê îdianame amade kiribûn. Dadgeha Cezayê Giran a Êlîhê ew îdianame qebûl kiribû.
Li gorî rapora Baroya Amedê, di sala 2020an de serokê berê yên baroyê jî tê de, ji ber xebatên wan ên hiqûqî û pîşeyî herî hindik 78 lêpirsîn li 69 parêzeran vebûye. (AS/FD)