Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Joe Biden, Serokê DYAyê Biden komkujiya ku di serdema Osmanîyan de bi ser Ermenan de hatibû wek "Qirkirin" binav kiriye.
Beriya niha Ronald Reagen, Serokê DYAyê di sala 1981ê de ew komkujî weke “Qirkirin” binav kiribû. Biden bûye duyem serokê DYAyê ku ev penase kiriye.
Bidenê ev daxuyanî di 24ê Nîsanê de kiriye ku ermen wê weke roja yadkirina qirkirinê qebûl dikin.
Encûmena Nûneran ya DYAyê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya sala 2019an de biryarek ji bo Qirkirina Ermenan dabû û Senotayoê jî di 12ê meha Kanûna heman salê de biryareke weke wê pejirandibû.
Kongreya DYAyê gotiye ku di navbera salên 1915 û 1923an de milyon û nîv ermen bi destê împaratoriya Osmaniyan ve hatine kuştin.
Biden piştî weke Serok dest bi wezîfeyê kir bi sê mehan bi rêya telefonê peywendî bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re danîbû.
Koşka Spî û Serokomariyê piştî vê hevpeyvînê daxuyanî dabûn lê behsa Qirkirina Ermenan nekiribûn.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê li ser devê çavkaniyan gotibû, Bidenî ji Erdoganî re daye xuyakirin ku wê komkujiya ermenan weke "Qirkirin" qebûl bike.
Biden beriya niha bi salekê di dema kampanyeya hilbijartinê de gotibû, heke we were hilbijartin wê "Qirkirinê" qebûl bike. (PT/FD)