Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatine kuştin red kiriye.
Dadgehê di malpera xwe ya înternetê ya fermî de aşkere kiriye ku serlêdana bi hejmar 2016/2629 hatiye redkirin.
Ji parêzerên malbatan Ramazan Demîr gotiye, dadgehê bi tenê biryara redkirinê daye, sedema redkirinê jî piştre wê aşkere bike.
Dadgeha Destûrî derbarê serlêdana ji bo kesên ku li Cizîra Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de di du jêrzemînan de hatibû qetilkirin, di 21ê Nîsanê de hevdîtin pêkanîbû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyonan ango şer 79 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyê polîs û leşkeran du jêrzemînên avahiyan dabûn ber top û guleyan. Bi dehan kes di van herdû jêrzemînan de hatine kuştin. Parêzeran ji bo kuştina wan qûrbaniyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û doza hatibû vekirin red kirine. Derbarê vê biryara redê de hêj hêcet nehatiye weşandin.
Ji parêzerên ku dozê dişopîne Benan Molû bi bîanetê re axivî û got:
“Dadgehê di biryara xwe de têkildarî mirina Orhan Tûnçî gotiye lêpirsînekî bi bandor nehatiye pêkanîn, pêvajoya doza îdarî rêyeke bi bandor nîne.”
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine.
(AS/AY)