Foto: TTB
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisan a Tirkan (TMMOB) û Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) derbarê bernameyên pîrozbahiyê yên 1ê Gulana 2021ê de civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Ji bo aşkerekirina bernameyê her çar saziyan li avahiya Odeya Mîmaran a Buyukkentê civîneke çapemeniyê li dar xistiye ku li ser navê DISKê Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî, li ser navê KESKê Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî, li ser navê TTBYê Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Konseya Navendî û li ser navê TMMOBê Tores Dînçoz, endamê Lijneya Rêveber beşdarî li civînê kiriye.
Di daxuyaniya hevpar de saziyan wiha gotiye:
“Em bi awayekî vekirî bibêjin: Di mijara tendurustiya karkeran û tenduristiya gelî de ya ku herî dawî wê şîreta li me ango li karker, kedkar, muhendis, mîmar û doktorên vî welatî bike, desthilata siyasî ye ku vî welêtî birêve dibe.
“Di vê rojê de ku li nexweşxaneyan beşên nexweşiyên giran tijî bûne, li gorî daneyên fermî rojê zêdetirî 300 mirovên me dimirin, her ji sed kesî kesek entube dibe, helbet em ê li gorî fermana ku aqil û zanistê tevbigerin.
“Em ê weke ku desthilat dike ne neberpirsiyar bin û em ê dawxazên xwe li gorî şert û mercên pandemiyê berz bikin. Em ê ne li gorî qedexeyên siyasî yên dijaqil û dijzanistê lê em he li gorî hewcedariyên zanist û têkoşînê tevbigerin.
“Ji bo jiyaneke bitendurist, biewle û mirovî em ê bibêjin ‘Her roj 1ê Gulanê ye’ û em ê di tevahiya hefteya 1ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman. Em ê bibêjin ‘Her der 1ê Gulanê ye’ û bi qasî ku derfet hebin em ê li gelek deveran li ber kargehan û li meydanan bin.
30ê Nîsanê-1ê Gulanê
“Em ê roja 30ê Nîsanê li Taksîma Stenbolê li Kaşê Kazanciyê di bernamea yadkirinê de kom bibin ku em her sal dikin, em î ew hevalên me yên me di qetlîama 1ê Gulana 1977ê de ji dest dan bibîr bînin û hemû bernameyên xwe yên yadkirinê li gorî şert û mecrên pandemiyê plan bikin.
“Heman rojê li seranserê welêt -dîsa li gorî şert û mercên pandemiyê- em ê li her deveran li kargehan 1ê Gulanê pîroz bikin û li qadan civînên xwe yên çapemeniyê pêk bînin.
“Roja 1ê Gulanê jî em ê bang bikin ku karker li kargehên xwe, bi milyonan kesên naxebitin li malên xwe, li şaneşînên xwe, li kolanên xwe, li ser medyaya civakî şahiya 1ê Gulanê bi şêweyên cûrbecûr berz bikin.
“Banga me ji kesên welêt birêve dibin re ev e: Hewl nedin astengiyên lidij aqilî, li dijzanistê û li dijhiqûqê pêk bînin. Hûn nikarin 1ê Gulanê asteng bikin. Vîruseke wiha nehatiye dîtin ku dema mirov dixebitin pê nakevin lê dema 1ê Gulanê pîroz dikin pêdikevin. Weke her kesên ku hişê wan li serê wan e divê qebûl bike, her roja em dixebitin û li her cihê em lê kar dikin em dikarin 1ê Gulanê pîroz bikin û em ê pîroz bikin.” (EKN/FD)