Fotograf: Evrîm Kepenek / bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di 31ê Gulana 2011an de li Hopaya Artvînê pêş ku mîtînga Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê destpêbike polîsan bi bombeyên gazê êrişî çalakiyê kiribûn. Piştî bi bikaranîna gaza zêde û hêza zêde Metîn Lokûmcû, dersdêrê teqawitkirî can dabû. Yekem danişîna doza têkildarî mirina Lokûmcû li 2em Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Trabzonê pêk hat. Di dozê de 13 polîs bi tohmeta ku “bizanebûn kuştiye” tên dadkirin.
Di 31ê Gulana 2011an de beriya mîtînga Erdogan a li Hopayê polîsan bi bikaranîna bombeyên gazê midaxeleyî gel kiribû. Metîn Lokûmcûyê ku ji ber bombeyên gazê dilê wî sekinîbû, li nexweşxaneyê can dabû. Di dozê de ji bo polîsên sûcdar heta salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Ahmet Şik û Erkan Baş, parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TÎP), Mûrat Çepnî, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Sezgîn Tanrikûlû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî(CHP) û gelek parêzerên ku li bajarên cûda yên Tirkiyeyê hatine, danişînê dişopîne.
Danişînê di saet 11.30an de destpêkir. Di destpêkê de îdianameya Dozgeriya Hopayê hat xwendin.
Di destpêkê de Parêzerê bersûcan Celal Karoglû axivî û got, "Miwekîlên min bi çi tên sûcdarkirin ne diyar e. Tu têkiliyên muwekîlên min bi bûyerê ve nîne. Em nafikirin ku raporên di îddîanameyê de têkîliyek nîşan didin. Aşkereye ku îddîaname zelal nîne û muwekîlên min ne li cihê bûyerê bûne, ji ber vê ez beraeta miwekilên xwe dixwazim."
Merîç Eyûpoglû, parêzera malbata Lokûmcû jî di danişînê de got, “Em neh sal in li benda vê dozê ne. Ji bo gotinê wê gelek tiştên me hebin. Em ê niha her tiştî nebêjin. Em nafikirin ku dadgeha we di vê dozê de wezîfedar be.”
“Ev îdianameya kêm e”
Ev îdianameya kêm e. "Divê bersûc ji ber qesteke gengaz bên dadgehkirin. Divê dadgeha we viya binirxîne. Divê em çi nîqaş bikin? Divê em viya nîqaş bikin: "Mirina di encama bikaranîna gaza kîmyewî de dibe bi zanebûn be? Bersûcan bi zanîna encama gengaz ev sûc kirine? "Gotina sereke ew e ku wan ev encam texmîn kirin an na? Em neçarin vê nîqaş bikin. Divê ev gazana çî ne em aşkere bikin. Me hemû agahî kom kirin û em ê niha pêşkêşî we bikin. Li Tirkiyeyê di derbarê gaza kîmyewî de gelek tişt qewimîne. Di vê mijarê de mirina yekemîn di 1ê Gulana 2007an de hat ragihandin. Ev ne cara yekê ye ku em vê mirina li Hopayê dibînin. Me herî zêde li Geziyê dît. Me lîsteya kesên ku bi gazên kîmyewî mirine bi nav û dîrok pêşkêşî we kir.”
"Kesê ku di 1ê Gulanê de can da ne kesek e ku tevlî çalakiyê bûye. Yekî ku li wir rûniştîbû. Me Metîn Lokûmcû jî bi gazên kîmyewî winda kir. Di bikaranîna gazên kîmyewî de pirsgirêk heye.
“Dozê bişîne Dadgeha Cezayê Giran”
Piştî Merîç Eyûpoglûyê parêzer Sercan Aranê dest bi axavtinê kir û got, “Di dozê de ne tenê 13 bersûc, divê Wezîrê Navxweyî û Qeymaqamê wê deme jî bên dadkirin. Yên fermanê dane jî divê bên dadgehkirin. Destûr nedan welatî kom bibin. Polîsan midaxeleyî welatiyên ku mafên xwe yên bingehîn bi kar dianîn kirin. Em dixwazin bersûcan ji ber kuştineke mimkun bê cezakirin. Em difikirin ku ev doz wê bibe mînak. Em dixwazin hûn dozê bişîne dadgeha cezayê giran.
Piştî parêzeran Ûlaş Lokûmcû, kurê Metîn Lokûmcû dora axavtinê girt û weha got:
"Ez kurê Metîn Lokumcu yê ku di 31ê Gulanê de li Hopayê hat kuştin im. Em hemû malbat li vir in. Bersûcan ku wê rojê li wir bûn, îro nehatine danişînê. Min gelek dixwast ew jî li vir ban û min li nav çavên wan mêze bikira. Bavê min ji bo neviyê xwe mir. Ji bo ku xwedî li ava neviyê xwe derkeve mir. Ez 22 salî bûm dema bavê min mir û ez îro 32 salî me. Cara yekeme ku derfeta min heye ku ez edaletê bixwazim. Em ji bo hesab pirsînê ne li vir in, em ji bo edaletê li vir in. Em edaletê dixwazin. Bavê min wê rojê l imin geriya û got, ‘Em ê li dijî HESan daxuyaniya çapemeniyê bidin, Erdogan tê, dibe ku me bibihîze'
Her weha pêş danişînê Platforma Demokrasî û Kedê ya Trabzonê daxuyanî daye.
Dadgehê daxwazên baroyan û parêzeran qebûl nekir
Dadgehê di biryara xwe ya navberê de hemû daxwazên baroyan û parêzeran û daxwazên bêpeywiriyê red kir.
Her weha dadgehê piştî navbera duyem daxwaza parêzeran ya bila bersûc tevlî danişînê bibin jî qebûl nekir û got ger pêwîst bike wê bi SEGBÎSê beşdar bibin. Dadgehê xwest ku bila parêzer pirsiyarên xwe bi nivîskî bişîne.
Serokê Dadgehê diyar kir ku ew ê dosyeyê bişîne dadgeha nobedar û danişîn taloqî 28ê Hezîrana 2021an kir.
(EMK/AY)